Pêwîst bû ko PYD pêgiriyê li Peymanên Hewlêr û Duhokê bike
Mehmet Sanri di bersivên Rojevakurd de dibêje: Bo xebata destvehênana maf û armancên neteweyî erk dikeve ser milê her takeyeke kurd û her rêkxistineke kurdistanî. Li vir take, netewe, niştiman yek e.
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Mehmet Sanri: Wesa diyare ko, kurd tenê bi hêz, şiyan û pozîsyona xwe nikarin, rewşa anjî derfetê li Rojavayêbaşûrê Kurdistanê derketiyê pêş biparêzin. Ev, ne tenê bi şiyanên kurdan bi xwe ve jî girêdaye. Sînorên hatine dayîn û hatina parastin encamên siyaseta nîzama nêvdewletî ye. Ji ber vê jî ya rast ew e ko niha Rojavayêbaşûrê Kurdistanê bikeve di bin mertalek yê parastina hêzên nêvdewletî de. Anjî hêzên koalîsyona ko Emerîka pêşikêşiya wê dikin, divê vî erkî bigirin ser xwe. Peşmergeyê Roj jî bi her awayî divê vegere ser erkên xwe yê parastinê li Rojava. Her bi vê mebestê jî divê kurd di mîhwerê welatên Rojavayê de cihê xwe biparêzin.
Vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Êdî aşkere bû ko Emerîka bi awayekî tevahî ji wir dernakeve, dê hêzeke ya şêwrê û arîkariya li wir bimîne, hejmar ne gelek giirng e. Ya giring ew e ko “aqilê mieses” yê Dewlata Yêkgirtiya Emerîkayê jî, derketineke bi tevayî ya ji wê herêmê bo berjewendiyê Emerîkayê rast nabîne, xeter dibîne. Aqilê mieses radestî nêrîna Serok Trump nebû. Di vê çarçoveyê de berjewendiyên neteweya kurd û Dewleta Yêkgirtî ya Emerîkayê temamkerên hev in. Ev rewşeke gelek pozîtîf e, giştî bo parastina berjewendiyên neteweya kurd, bo herçar parçeyan.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozîsyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Ya rast û îdeal ew bû ko, ji beriya PYD, ENKS digel aliyên dî peymanê îmze bikin divê digel hev peyman îmze bikiribûna, anjî pêwîst bû ko PYD pêgiriyê li Peymanên Hewlêr û Duhokê bike. Lê ev nebû. Aşkere ye ko heya balansa hêzê bi giştî li Suriyeyê neyê guhurtin anjî heya Rojavayêbaşûrê Kurdistanê nekeve di bin mertalê parastina hêzên nêvdewletî de, dê PYD “peymana” xwe ya digel rejîmê xera neke… serêşî û arîşeyên di vî warî de dê berdewam bikin.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin ?
Ji beriya hertiştî her kurdeke xwedanwijdan û her rêkxistineke kurd, divê pêgiriya berjewendiyên teng, takî, grubî û “îdeolojîk” bidin aliyekê û berjewendiyên neteweyî û bi destvehênan armancên neteweyî bo xwe bikin aresteyê rê û xebatê.
Di vê çarçoveyê de: 1) Organîzasyon (eskerî, siyasî, îdarî hwd), 2) Fînans, 3) Dîplomasî. Ev hersê, sê hokarên giring in bo parastina maf, berjewendî û bicihanîna armancên neteweyî. Kurd çiqas bikarin van hersê derfetan çêbikin û bi cih bînin, dê ewqas biserketî bin, dê bikarin ewqas karîgeriyê li ser helwesta hêzên nêvdewletî û global jî bikin.
KRG ji aliyê van hersê derfetan ve destkeftiyeke baş e, bo bi giştî çarenivîsa Kurdistanê. Her divê em, ji bîr nekin rola karîzmaya lîderên siyasî jî gelek giring e. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di dema me ya îro de, di asteyê hemû cihanê de xwedanê rûmet û pêbaweriyeke berz e. Divê di serî dê rêkxistinên Rojavayêbaşurê Kurdistanê û yên herçar parçeyên Kurdistanê bizanin û bikarin mifayê ji vê karîzmayê werbigirin.
Bo xebata destvehênana maf û armancên neteweyî erk dikeve ser milê her takeyeke kurd û her rêkxistineke kurdistanî. Li vir take, netewe, niştiman yek e.