Mixabin sîstema fedralî li Iraqê hêjî nehatiye bicîhkirin
Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxûyakirin ku sîstema Federalî li Iraqê hêj bi başî bi bicih nebûye. Serokwezîr dibêje: Em dixwazin xelkê Kurdistanê xwedî jiyan û debareke baş û hêja bin.
Yekemîn Korbenda Hewlêrê bi beşdariya siyasetvan, kesayet, pispor û şarezayên ji Kurdistan, Iraq û welatên derdorê dest pê kir. Di destpêkê de gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di yekemîn Korbenda Hewlêrê de ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî ve hate xwandin.
Gotara Nêçîrvan Barzanî di Korbenda Hewlêrê de:
Amadebûyên rêzdar
Mêvanên hêja
Sibeha we bi xêr û hûn bi xêr bên bo Korbenda Hewlêrê
Bixêrhatinek taybet bo wan mêvanên ku ji derve hatine bo Herêma Kurdistanê, destxweşiyê li Navenda Lêkolînan a Rûdawê dikim, bo rêkxistin û birêvebirina vê Korbendê û komkirina 14 Navendên lêkolînê li navçeyê di vê dema pêwîst de, bo gotûbêjkirin li ser dirustbûna aştiyê û aramiyê û pêşketinê li navçeya me , hêvîdarim gotûbêjên gelek berhemdar û hevtêgihiştin di navbera hemû aliyan de bibînin.
Rêzdaran, hûn siyasetmedar û lêkoler in, xwedî zanyarî rewangehên xwe ne, ji ber vê yekê dixwazim bi zelaliek zêde li vê derê li pêş we berêzan biaxivim.
Bi rastî em dixwazin li hemberî xelkê Kurdistanê û Iraqê bi giştî, xwedî soz bin, em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê , jiyan û xweşguzeraniyek wan ya xweş û hêja hebe, xweşguzeraniya xelkê bicîh nayê, dema ku aramiya siyasî li welat tune be, û xizmetguzarî bidest nakevin, eger welat di rewşek ewlekarî tevlîhev de be, ji ber vê yekê divê em ji wan herdû xalan destpê bikin.
Eger em li wan herdû xalana bi hûrî binerin, emê bibînin ku serkirdayetiya siyasî li Herêma Kurdistanê berî hilweşana rejîma berê , hewleke mezin bo Iraqek bi wî awayî dabû.
Ji bo wê yekê jî hijmarek zêde civînên aliyên siyasî yên Iraqî berî hilweşanê û piştî hilweşana rejîmê li Hewlêrê hatin sazkirin. çavê me li wê yekê bû ku Iraqek bo hemûyan dirust bibe, lê mixabin ew bo hemû netewe û pêkhateyan pêk nehat, herwiha dewleta medenî û hevwelatîbûn jî pêk nehat. Lewra grûpên terorîst sûd ji wê rewşê wergirtin, û Qaîde cihê xwe li Iraqê firehtir kir, piştre ji qonaxa Ensar El-Sunne bihêztir bû, îca bû rêxistinek mezintir û bihêztir a terorîst bi navê DAIŞê, ku rewşa Iraq û navçeyê û hemû cîhanê têk da.
Amadebûyên birêz….
Eger em bi çavê pîlangîriyê ku DAIŞ ji derveyî Iraqê hatiye şandin, li vê pirsê temaşa bikin,em nagihên ti çareseriyekê, mixabin emê ber bi rewşek xerabtir ve jî biçin.
Niha DAIŞ tevgerek berdewam li hêlên Stratejîk yên Diyale,Kerkûk, Selahedîn, Enbar û Mûsilê heta Sûriyê dike, şevane tevger û êrîşên terorîstî bo ser hêzên ewlekarî û cihên giştî pêk tîne, piraniya wan jî xelkê Iraqê ne, wate DAIŞ maye, di rewşek wiha tevlîhev de eger DAIŞ nemîne, rêxistinek terorîstî ji paşmayên wê li ser vê erdê jidayik dibe, ji ber vê yekê divê em bi ciddî li ser çareseriyek bingehîn rawestin.
Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstemê niha de xwe bi dewletek demokratîk û fidralî nasandiye, li dewletek bi vî awayî eger avakirin, xizmetguzarî û beşdarbûn di rêvebirinê de bi awayekî bikêrhatî û hevbeş de çênebe, aramî û herwiha xweşguzeranî û pêşketin jî mehale.
Piştguhxistina beşdarbûnek hevmil, herwiha belavbûna çekan bi vî awayî wiha kiriye ne ku pêşketina aborî, belkî berdewambûna bizava bazirganî û aborî û gelek pêdiviyên rojane jî zehmet bibe, herwiha bandorek yekcar xerabî hebû û heye û bûye rêgir li pêş çareseriyên siyasî, vê yekê nearamî ji bo hevwelatiyan dirustkiribû, ji hemû pêkhateyan re.
Divê ew yek li gor destûra Iraqê çareser bibe, Herêma Kurdistanê ku rexneya wê li 55 maddeyên destûrê heye, ew girêdayî ne bi gelê Kurdistanê ku nehatine cîbicîkirin, ji hemûyan jî zêdetir dixwaze destûr serwer be.
Gelî Rêzdaran…
Ji bo ku em tevgera terorê li Iraqê rawestînin û nehêlin, divê berî her tiştî cihên wêrankirî ava bikin, ji ber zemîna geşbûna terorê di nav wêranî û navçeyên bê xizmetguzarî de ye, lewra divê zû dest bi avakirinê bê kirin.
Ji bo hemûyan gelekî nexweşe, ku yek ji kevintirîn bajarên navçeyê û cîhanê, bajarê Mûsil ku bi vî awayî wêrane, divê hikûmet piştîvaniya sermayedarên Mûsilê bike, ji bo ku destpêşxeriyên avakirina Mûsilê di destê wan de be, divê xelkê hemû parêzgehên naverasta Iraqê, ne ku çend kes li wan parêzgehan, xwe bi hevbeş û beşdar di birêvebiribna desthilat û kargêriya Iraqê de bibînin, divê peywendî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bi kirdar û awayekî kûr û rast bê kirin.
Ji bo nehiştina terorê û nehiştina derketina terorê li jêr navekî din de, pêwîstiya me bi sîstemekî perwerdeyê heye ku Iraqê pêş bixin, planek me ya hûr nû bo avakirinê hebe, hevbeşî û beşdarbûnek bikêrhatî ya hemû netewe û xwedî ol û mezheb li wê birêvebirna welat hebe, û rêyên pêkvejiyanek aştiyane li Iraqê bi hêz û kûr bikin, bîmeya tendirustî, bîmeya bêkarî û hejariyê, jiyan û xwendin bo ew kesên bê dayik û bav bûne, her wek di destûra Iraqê de hatiye, bo hemûyan peyda bikin.
Lê ji bo ku bikaribin wê yekê bikin, divê hemû alî bi zelalî û hevtêgihiştin û pêkvekarkirin û lihevkirinek nû li Iraqê dirust bibe, em bi hemû awayî amade ne ku îro wê yekê dest pê bikin.
Berêz Serokwezîr Adil Ebdulmehdî kesekî bikêrhatiye bo qonaxek bi vî awayî, û divê hemû aliyên siyasî jî gihiştibin wê baweriya ku pêkvekarkirin bo birêvebirinek baştir û dirustkirina aramiyê gelekî pêwîste. Bi taybet jî eger rêjeya kêmbûna beşdariya xelkê di hilbijartina borî de ya Iraqê bixin ber çavê xwe, ew yek bêbaweriyê bi sîstem û birêvebirina welat pêşan dide, divê hemû alî bi kar û kirdar û reftarê xwe, baweriya xelkê Iraqê bi sîstema siyasî dirust bikin.
Gelî rêzdaran….
Berî hilweşana rejîma berê, Herêma Kurdistanê Iraqeke din bû, ew Iraqa ku hemû aliyên siyasî yên Irqaî di opozisyonê de şanazî pê dikirin,bo hetmiyeta guhertina rejîmê û bo bingehdanîna Iraqek pêşketî li ser bingehên federalî.
Opozisyona Iraqê di kongreya London û Selahedîn de fedralî pesend kir, û di destûrê demkî û daimî yê Iraqê de hat bicîhkirin, gelê Kurdistanê di wê baweriyê de bû, ku li gor xwezaya hemerengiya Iraqê, ew sîstem zêdetir tê pêşxistin û firehtir dibe, ew tişt di dema borî û niha de li Iraqê dibînin, ewe ku bi rastî fedralî rê û sîstema raste bo firehkirinê li Iraqê.
Lê ez dixwazim gelekî bi zelalî ji bo we gelî hêjayan bibêjim, mixabin em hest dikin, ku fikra fedralî û sîstema fedralî li Iraqê hêjî nehatiye bicîhkirin, û heta niha jî hevtêgihiştinek bi temamî nîne bo fikr û sîstema fedralî. Ji ber vê yekê jî mameleyek heye li gel Herêma Kurdistanê, ku wek miamele li gel Herêmekê birêve naçe, dibe ku miamele li gel parêzgehekê be, hêvîdarin ev awaye li ba desthilata hikûmeta Iraqê bê rastkirin.
Ti merem li rêkeftin û sozan de bi vî awayî nebûn, herwiha di destûra Iraqê de bingehê fedraliyê hat danîn, û di gelek maddeyên destûra Irqê de jî rêya firhkirin û bicîhkirinek kûr bo sîstema fedralî hatiye kirin, ji ber vê yekê di birêvebirina Iraqê de divê sîstema fedralî zêdetir bê firehkirin û kûrtir kirin, lê ew tişt ku dibînin di mamelkirinê de û di projeyasayên nû de, bi rastî berovajî wê rewangeha destûrê ye, ew jî binpêkirina bingehên lihevkirin û fedraliyê ye, wate bi tevahî berovajî destûre.
Bingehek di destûra Iraqê de hatiye danîn, divê yasa li gor sîstema fedralî bên danîn, û yasayên nebikêrhatî jî li gor guherîna sîstema fedralî ya rasteqîne bên vegerndin, lê ew tiştê ku em dibînin berovajî wê yekê ye, lewra dixwazim bala we hemûyan bikişînim ser wî aliyê metirsîdar, û pêwîste hemû alî wê yekê di miamele û yasayan de rast bikin, ji ber ew berovajî destûre.
Di dawiyê de, gelekî bi min xweşe, hûn û hemû sitafên siyasî û akademî û rewşenbîr li Iraq li ser ewlekarî û serweriyê bi awayekî serdemî dest bi gotûbêjan bikin, ji bo ku bi awayekî rast û rasteqîne, ku ewlekarî û serweriya me hebe, ne tenê bi slogan û gotinê.
Careka din bi xêrhatina we dikim û serkftî bin, û hêviya rojek xweş bo we dixwazim.
1ê Adara 2019