Goran daxwaza çi dike ?
Hûrgiliyên gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gor berpirsên Tevgera Goranê, weke çinîna mafûrekê ye, ku divê gelek nexş û nîgar têde hebin. Lemwa jî gelek bi hestyarî dest bi danûstandinan kirine û weke ku xwe dibêjin, ew naxwazin şaşiyên kabîneya bihorî dubare bikin. Endamekî Civata Niştimaniya Tevgera Goranê dibêje: “Her ji ber wê yekê ew kes tevlî şanda danûstandkar a bo dabeşkirina postan hatine kirin, ku pêştir postên mezin û biçûk ên Herêma Kurdistanê diyar kirine.”
Ew daxuyaniya ku piştî civîna roja 15ê vê mehê, PDK û Goranê belav kiribûn, amaje bi civîneke erênî û du nerînên gelek ji hev nêzîk dikir. Xalên hevbeş ên navbera wan bibûne sedem, ku herdu alî daxwaz bikin, ku di pêkanîna hikûmetê de lez were kirin. Herdu aliyan du komîte ava kirin, ji bo ku karnameya hikûmetê diyar bikin û him jî post û destkevtên hilbijartinan yekalî bikin.
Endamekî Civata Niştimaniya Tevgera Goranê, di derbarê karê komîteyan de dibêje: “Komîteya karnameya hikûmetê behsa wan yasa û projeyan dike, ku divê di heyama wan çar salên hikûmet û parlamentoyê de bêne yekalîkirin, sindoqa dahatên petrolê, yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê û reform, Goran daxwaza wan yasayan kiriye û rayedarên PDKê jî dibêjin, em jî li gel wê yekê ne, lê giring e ku dem ji wan re were destnîşankirin.”
Ew endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goranê ku ji ber hestyariya rewşê û berdewamiya danûstandinan, nexwest navê wî were eşkerekirin, di derbarê şanda têkildarî dabeşkirina postan de, ku ji her yek ji Aras Welî, Dana Ebdulkerîm û Elî Heme Salih pêkhatiye, dibêje: “Wan pêştir hemû postên mezin û biçûk ên Herêma Kurdistanê hesab kirine û dizanin, ku di nava her wezaretekê de çend post hene, lewma wan ew zanyarî daye PDKê û daxwaza Goranê jî gihandine PDKê. Wî rayedarê Goranê herwiha got, ew daxwaza %12ê postên her wezaretekê ji rêveberê giştî û rêveberan û berpirsên beşan, herwiha di nava Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî daxwaza %12ê postan dikin.”
Tevgera Goranê di vê kabîneyê de 4 wezîr û desteyek û birîkarekî wezîr hebû, lê belê weke ku wî endamê Civata Niştimaniya Goranê ji Rûdawê re diyar kir, Tevgera Goranê di kabîneya nû de bo cara yekem daxwazeke pir hestyar dike û daxwaz kiriye, ku di nava Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de postekê bidin wan, ku di pileya sêyem a postên nav vê encûmenê de be. “Herwiha di nava wezaretên navxwe û pêşmerge de jî postên rêveberê giştî bin. Beşdariya me di nava wan du wezaretan û Encûmena Asayişê de xeta me ya sor e di gotûbêjan de, tevî daxwaza me bo sê wezaretên xizmetguzarî û posteke payebilin.”
Di berdewamiya danûstandin û gotûbêjên wan ên bo Tevgera Goran roja Sêşembiyê li gel şanda PDKê civiya, Civînên Goranê li gel PDKê, hevdem e li gel wan danûstandinên komîteyên ku PDKê û YNKê di navbera xwe de pêk anîne, ku biryar e her hefteyê sê heta çar caran bicivin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Tevgera Goranê biryar daye, hinek ji wan postên ku di vê kabîneyê de werdigire, li gor CV berbijêran ji wan re diyar bike.
Endamê Civata Niştimaniya Goranê, Nesredîn Mehmûd dibêje: “Gelek CV hatine şandiin û ji bo her postekê li gor pisporî û şarezayiyê, gelek CV gihîştine destê Goranê, çimku Tevgera Goranê biryar daye ku li gor CVyan berbijaran diyar bike û biryara dawî jî dê Civata Niştimanî bide.”
Her çi qas ku pêşwext di nav Tevgera Goranê de binketina tevgerê hatibû pêşbînîkirin, lê belê encamên hilbijartinên 30ê Îlona sala bihorî şokekî giran bû ji bo vê tevgerê, çimku nîvê kursiyên xwe yên parlamentoyê ji dest da û ji hêza duyem bû hêza sêyem li Herêma Kurdistanê. Ew jî bû sedem, ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanl de daxwaza %12ê postan bikin û serokatiya parlamentoya Kurdistanê bikin.
Endamê Civata Niştimaniya Goranê, Hêmin Şêxanî jî dibêje, berpirs û endamên Tevgera Goranê CVyên xwe pêşkêş dikin, ji bo ku di wan postên pişka Goranê de beşdar bibin. Hêmin Şêxanî got: “Rast e ku CV ji hemû kesan tê wergirtin, lê belê divê were zanîn, ku paşxana wan çî ye, pisporiya wî çî ye û çend e û dikare çend xizmetê bike, piştre Civata Niştimanî biryar li ser berbijêran dide, ne şanda danûstandkar.”
Weke ku Hêmin Şêxanî dibêje, rast e ku PDKê hinek daxwazên YNKê li ber çav digire, lê belê renge paşê wezaret û rêveberên giştî li gor xalbendiyan bêne dabeşkirin, bi vê yekê jî PDK xwediyê 57 xalan, YNK xwediyê 27 xalan û Tevgera Goranê jî xwediyê 16 xalan e. Serokê Herêma Kurdistanê 6 xal e û Serokê Hikûmetê 5 xal û Cîgirê Serokê Hikûmetê û Cîgirê Serokê Herêmê jî 4 xal û wezaretên giring jî 3 xal û wezaretên xizmetugzarî 2 xal in. “Tevgera Goranê daxwaza 3 wezaretên xizmetguzarî dike, çimku bi rêya wezaretên xizmetguzarî dikare baştir kêşeyên xelkê fêm bike û xizmeta xelkê bike, lê tekez şanda danûstandkar a Goranê bêyî bidestxistina soza Cîgirê Serokê Hikûmetê, zehmet e ku bikarin biryara beşdarbûnê bidin.”
Hêmin Şêxanî sedema pêdagiriya Goranê li ser wergirtina posta Cîgirê Serokê Hikûmetê eşkere dike û dibêje: “Goran bêyî posteke bilind ku piştevaniyê li tîmê wê ya wezaretan bike, jê re ne hêsan e ku bikare di nav hikûmetê de bi başî kar bike, ew post dikare bibe piştevaneke baş bo tîma wê di nav hikûmetê de.”
Endamekî serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê jî ku daxwaz kir, navê wî neyê belavkirin, dibêje, daxwaza Tevgera Goranê ya dayîna postekê di nava Encûmena Asayişaê de ne giran e, û tekez kir, “lê ew yek girêdayî danûstandinan û destketiyên hilbijartinan e û PDKê xeta sor li ser wan babetan nîne.”
Wî serkirdeyê PDKê herwiha got: “Di vê kabîneyê de Tevgera Goran wezareta herî hesas di destê wê de bûye, ku Wezareta Pêşmerge ye, tevî Birîkarê Wezîrê Navxwe, lewma şanda danûstandkar ên herdu aliyan, bigihin her encamekê, dê rêkevtin li ser bê kirin.”
Rûdaw