Cîhan

Îsrail êrîşê bingehên Pasdara û Hizbullaha Libnanî kir

Îsrail êrîşekbir serbingehên leşkerî yên Îranê li Suriye
Duhî balefirên Îsrailê êrîşek birin ser bingehên pasdarên Îranê û Hizbullaha Libnanî li Suriye. Derdora balefirxaneya navdewletî li Şamê û binghên leşkerî li bajarêSwêdeya bûn armanca êrîşên balefirên Îsrail.
Li gora daxûyaniya Rawengeha Suri ya mafê mirovan di van êrîşan de 6 efserên rejima Suriye,û 15 çekdarên biyanî hatine kuştin , ji van 15 biyaniyan 12 pasdarên Îranê ne.
Ev êrîşa duhî ya Îsraîlê li ser baregehên hêzên Îranî li Sûriyê, piştî daxûyaniya daxuyaniya Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz pêkhat. Katz gotibû: Siyaseta Îsrail hat guhartin û niha rûbirûbûna me bi Îranê vekirî ye û heger pêwîst bike ew rûbirûbûn tundtir bikin, dikin.

Back to top button