Rusya: Bila PYD kurdistanê radestê hêzên rejimê bike
Li ser vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye û rojavayê Kurdistanê, berdevka wezereta derve ya Rusyayê Mariya Zaxarova da xûyakirin ku, di vê fetrê de hevdîtinên kurda (PYDê) û rejima Suriye gelek girîngin. Hinek taybetmendiyên van hevdîtina hene.
Mariya Zaxarova di civîna hefteyî li gel medyayê di vê derbarê de got: Dawiya sala 2018ê serokê Amerikayê Trump da xûyakirin ku ewê ji Suriye vekişin. Di vê çerçovê de têkiliya kurda li gel rejimî girîng e. Wek me gelek caran gotî,kurd beşekin ji Suriye, eger herêmên di bin desthilatdariya kurdan de radestê hukumeta Suriye bikin dê metirsîya li ser kurda ji holê rabe.
Berdevka wezereta derve ya Rusyayê gelek vekirî daxwaz ji PYDê dike ku herêmên di kontrola wan de teslimê rejimê bikin û bila rejim hêzên xwe li hemû deverên rojavayê Kurdistanî bi cih bike.
Ji xwe tê zanin ku, hevdîtinên gel rejimê de Rusya jî rolek aktif dileyize. Herweha dema şerê li dijê DAÎŞê xilas bibe rolê PYDê jî ji bo hinek aliyan dawî tê. Hingê divê PYD bi temamî bikeve di bin kontrola rejima Suriye de.
Dixweyê ev siyasete ku nahêle li rojavayê Kurdistanê yekitiyek di nava aliyên siyasî yên kurdî de pêk werê. Ev yek ji beşek siyaseta PKKê ye. Li gel ereban yekitiyê dikin, lê li gel kurda nakin, li gel tirka dikin lê li gel kurda nakin . Lê mixabin herkes vê yekê dizane û deng jî nake.
Li rojavayê Kurdistanî piştî bi temamî têkçûna DAÎŞê, dê rejim vê carê berê hêzên çekdarên PYDê bide kurda û rê nade ku kurd daxwaziya mafên xwe yên rewa li Suriye û rojavayê Kurdistanê bikin.
Nûçe/Analîz