Polîtîk

PYD ji xwe pêve kesî qebûl nake

Fermandar û serkirdeyê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Emîd Husamedîn Ewag dibêje, PYD kesî ji xwe pê ve qebûl nake û dixwaze tenê li Rojavayê Kurdistanê xwedî deselat be. Herwiha dibêje, vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê daxwazeke navdewletî ye.

Ev çend car e ku Hêza Pêşmergeyên Roj hewl dide ku biçe Rojavayê Kurdistanê û çavê xelkê Rojavayê Kurdistanê li vegera wan e, lê PYD vegera wan qebûl nake.

Derbarê wê yekê de, Emîd Husamedîn Elak ji malpera KDP.info re ragihand: “Me gelek caran hewl daye ku pirsa Rojavayê Kurdistanê bighînin cem Serok Barzanî û deselatên Başûr, lê PYD qebûl nake, bi nêrîna me çareserkirina pirsgirêka siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li cem Serok Barzanî ye, lê PYD tenê xwe kiriye deselat û guh nade kesî.”

Derbarê kişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û vegera Hêza Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê, wî fermandarê berê yê HSDê wiha got: “Divê Hêza Roj vegere û şûna hêzên Amerîka bigre, ji ber ku ew jî zarokê Rojavayê Kurdistanê ne û niha daxwaze navdewletî û navxweyî li ser vegera wan heye.”

Elag wiha domand: “PYD bi xwe jî nizane li Rojavayê Kurdistanê çi dike, carna ligel rêjîmê ye û carna jî dibêje welat xenceran li me didin. PYD ti pêşerojeke zelal ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re nehiştiye.”

Back to top button