Balyozê Amerîka li Hamayê di nav xwepêşanderande bû
Di xwepêşandanên roja Înê de, tenê li bajarê Hamayê nêzîkî nîv milyon xelkê dijberê rejima Sûrîye kom bûn. Balyozê Amerîkayê jî dema xwepêşandanê serdana bajarê Hamayê kir dilsozîya xwe ya ji bo gelê Sûrî nîşan da.
Bizavkarên mafê mirovan ji ajansên ragihandinê re diyar kirin ku, jimara xelkê li hev civîyayî ji 450 hezar kesan pirtir bû û ji 4 mehên serhildanê heta niha xwepêşandana herî mezin bû. Bizavkarên li Sûrîye dibêjin, hêzên parastinê bi ser deverên dor û berên Dîmeşqê ve girtine û teqe li beşdarên xwepîşandanan kirine.
Ajansa Reutersê ragihand ku bi kêmî 4 kes hatine kuştin û jimareke mezin jî birîndar bûne. Ajansa Associated Press ji Hamayê ragihand ku balyozê Amerîkî Robert Ford dema ku jimareke mezin a xelkê li hev civîyabû ji Hamayê derketîye.
Wezareta Derve ya Sûrî jî berîya xwepêşandanê bi rojekê bi daxûyanîyekê nerazîbûna xwe ya ji bo amadebûna balyoz Ford li Hamayê nîşan dabû û gotibû, beşdarîya balyozê Amerîkî ya ji bo xwepêşandanan bê destûr û şêwirê ye û ev ê ziyanê bide ewlekarîya Sûrîye.
Jêder: VOA Kurdish


