Serok Barzanî li gel parlementerên PDK ê civiya
Li Selaheddîn Serok Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li xula pêncema Parlemena Kurdistanê civiya.
Li vê civînê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda ronahî xiste li ser pêşhatên siyasiyên dawî ya Kurdistan û Iraqê û her wiha referandûm û rûdanên piştî referandûmê û her dû hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û Parlemena Kurdistanê û ragihand ku girîngiya serketina PDK li hilbijartinên Iraqê li wê yekê da bû ku seng û pêgeha PDK li nav Kurdistan û Iraqê nîşana hemû aliyek da û ji bilî hebûna kêşe û giriftên zêde û ablûqe û rûdanên meha cotmeha 2017, lê belê PDK karî bibê partiya yekem li ser asta Iraqê û ewe serkeftinekî mezin bû ji bo PDK û sedema wê serkeftinê vedigere li ser helwestên PDK û wefaya gelê Kurdistanê beranber Partiya Demokrata Kurdistanê.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku serketina PDK li hilbijartinên Kurdistanê destê PDK vedike ku kar ji bo Kurdistanekî bihêz û guhertineke bingehîn bike. Serok Barzanî spasî gelê Kurdistanê kir ku dûbare bawerî bi PDK bexşîn û bi pêwîst jî zanî ku PDK û Endamên Fraksiyona PDK li Parlemena Kurdistanê li asta baweriya xelkê bin û bersîva wefa û baweriya xelkê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê bidin.
Daxwaz jî kir ku daxwazên xelkî girîng werbigrin û ji êş û azarê xelkê têbigihin û Endam Parlemanên PDK xwe ji her cûre muzayedekirinek dûr bigrin û gelek bi tewazuyê ve armanca serekiya wan karkirin bê ji bo çareserkirina giriftên xelkê.
Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Herêm û Bexda Serok Barzanî hêvî xwest ku niyazpakiyeke tevahî hebê li proseya siyasiya Iraqê li ser pabendbûna bi her sê prensîpên şeraket li hukimranî û tewafuq li yasadanan û tewazun li dam û dezgehên hikûmî. Di derbarê Kerkuk û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew rewş û sepandina rastiya serbaziya niha li wan navçeyan heye pêwîste bi dawî bê û berdewambûna wê nayê qebul kirin.
Her li vê civînê de di derbarê çawayiya karkirina fraksiyona PDK û hêlên giştiyên siyaseta PDK di derbarê hikûmeta paşarojê de û proseya siyasî de, Serok Barzanî şîret û berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.