Polîtîk

Biryara Iraqê ya hinartna nefta kerkûkê ji neçarî bû

Elî Belo: Biryara Iraqê ya hinartna nefta kerkûkê ji neçarî bû

Elî Belo parlamenterê berê û serokê komisyona neft û gazê li parlamentoya Iraqê di daxuyanyeke taybet de ji bo malpera bergeh, behsa biryara hikumeta Iraqê ya hinartna nefta (petrol) Kerkûkê bi rêya boriya herêma Kurdistanê dike. Belo dibêje ku, piştî Iraq nekarî kontrola byabata Hezer bike ku xeta boriya nefta Iraqê di wê deverê re derbas dibe, neçar bû nefta kerkûkê bi rêya Kurdistanê bo Tirkiyê rêbike.

Belo dibêje ku biryara hikumeta Iraqê ya hinartna nefta Kerkûkê bi rêya boriya neftê ya herêma Kurdistanê ji neçarî bû.

Endamê berê yê parlamentoya Iraqê dibêje ku Bexdayê ji ber du egeran û ji neçarî ew biryar da:

Yekem: Hikumeta Iraqê nekarî weke pêwîst byabana Hezer û hindek ji devera zumarê ku xeta nefta Iraqê tê re derbas dibe ji bo tirkyê, kontrol bke.

Duyem: Fişara Amerîkayê li ser Iraq û Tirkyê ku ji bona bicîkirna ambargoya li ser Îranê hevkar û alîkaryê bikin û Iraq neçar kir ku patrolê ji Tirkyê re dabîn bike û nefta Kerkûkê bi rêya herêma Kurdistanê bo tirkiyê hinarde bke.

Li gor,Elî Belo, serokê berê yê komisyona neft û gazê li parlamentoya Iraqê, sedem çibe bila be, biryara hikumeta Iraqê di xêra herêma Kurdistanê de ye û wê ji bona çareseriya pirsa budceyê, baştirkirina têkeliyan bi serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî re û çareserkirina prisgirêkên hilawîstyên navbera Hewlêr û Bexdayê, gaveka başe.

 

Back to top button