Hewlêr di cîhanê de ji bajarên herî aram e
Malpereke Brîtanî li ser 50 bajarên herî aram ên cîhanê raportek belav kiriye û paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jî weke pêncemîn bajarê herî aram ê cîhanê bi nav kiriye.
Raporta Daily Meal diyar dike ku yek ji mezintirîn nîgeraniya kesên ku ji bo geşt û gerê serdana hinek deverên cîhanê dikin ew e ku aramî û ewlehî têde heye an na.
Daily Meal amaje bi wê yekê dike ku van çend salên dawî de ev nîgeranî zêde bûye û divê ev nîgeraniya geştiyaran hebe, ji ber ku heta tiştekî biçûk jî, dibe ku geşta wan têk bibe.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku paytexta Îmaratê bajarê Ebû Zebî bajarê herî aram û ewle yê cîhanê ye û paytexta Qeterê bajarê Doha jî duyem bajarê herî aram e û bajarê Oskay ê Japonyayê jî di pileya sêyem de ye.
Li gor raportê, bajarê Quebec ê Kanadayê çaremîn bajarê herî aram ê cîhanê ye û paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jî di nav bajarên herî aram ên cîhanê de di pileya pêncem de ye.
Daily Meal diyar kiriye ku Hewlêr weke yek ji bajarên herî kevnar ên cîhanê, tê de pêkhateyên olî û neteweyên ciyawaz dijîn. Herwiha gelek bexçe û park û mizgeft û bazar û mozexane tê de hene.
Lîsteya bajarên herî aram di cîhanê de:
1- Abu Dhabi
2-Doha
3-Osaka
4-Québec
5-Hewlêr
6-Basel
7-Singapore
8-Tokyo
9-Dubai
10-Munich