Balyozê Siwêd: Kurdên Siwêd çalak in û baş tevî civakê bûne
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Siwêdê li Iraqê Pontus Melander civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Kurd li Siwêd bi awayekî pir baş tevlî civaka Siwêd bûne û di gelek waran de çalak in.Îro Çarşema 19.9.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Siwêdê li Iraqê Pontus Melander kir.Di hevdîtinê de pêşhate û danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û proseya pêkanîna helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.Herwiha di civînê de Mesrûr Barzanî, proseya siyasî li Iraqê divê li ser bingeha balans, lihevhatinê û hevbeşiya rasteqîne û tifaqê birêve biçe û ji bo ku her kes xwe xwediyê welat bibîne, divê tu alî û pêkhate neyê paşguhxistin.Di hevdîtinê de Balyozê Siwêdê ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe ji seredana Kurdistanê anî ziman û diyarkir ku, Kurd li Siwêd bi awayekî pir baş tevlî civaka Siwêd bûne û di gelek waran de çalak in.Melander got ku, ew li Iraqê piştgiriya sistemek bihêz û beşdariyek hevseng û giştî dikin. Herweha pêkanîna xizmetên bîngehîn ji bo welatiyan bi girîng zanî.Pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Siwêdê mijareke din a danûstandinan bû.