Polîtîk

Goran: 16ê oktobera 2017ê xiyanete yan na?divê YNK vê zelal bike

Tevgera Goran bang li YNKê kir û got: Gelo rûdanên 16 Cotmeha par xiyanet bû yan na!? vê yekê zelal bikin.Şeva borî televîzyona fermî ya Goranê, KNN, raportek li ser YNKê belav kir. Di raportê de ku bi zimanekî tûj hatiye nivîsandin, hatiye gotin ku gelo nayê zanîn YNK yekitiya kesên welatparêz û xebatkar e yan jî yekitiya kesên firsendçî û kursîperest e!Di raporta Goranê de her wiha hatiye gotin ku beşek ji mezin û rayedarên YNKê nizanin YNK çî ye, partî ye yan na. Navê wê Yekitî ye lê di nav wê de ti yekitiyek nayê dîtin! Niştimanî jî nîne! Bo mafên gelê Kurdistanê jî xebat nake çimkî bi hêsanî dikare mafên gelê kurd bike qurbana kursî, dirav û post! Mînaka wê jî rûdanên 16 Cotmeha par e ku bi dijminan re rûnişt û xaka Kurdistanê firot!Di raporta KNN de hatiye ragihandin ku di nav YNKê de her berpirsekî ji xwe re hêzeka çekdar pêk aniye û her yekê jî ji xwe re deverek dagîr kiriye!Raport bi vî rengî xilas bûye: Em êdî tiştekî nabêjin lê em ji namzedên YNKê û rayedarên wê dipirsin gelo rûdanên 16 Cotmeha par xiyanet bû yan na…!? Ji ber ku hinek ji we dibêjin xiyanet e hinek jî pê şanaziyê dikin!

Back to top button