Polîtîk

Partiya Berhem Salih ber bi hilweşînê diçe

Di nava van çend rojan de hijmareke kadiro û berpirsên partiya Berhem Salih serokatiya wê dike ya bi navê Hevpeymaniya ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê îstfa kirine.Dilşad Abdulrehman berpirsê têkeliyên partiya Berhem Salih di nivîsekê de ku di malpera xwe ya Facebook ê de weşandiye radigehîne ku ew îstfa ji Hevpeyamniya ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê dike û dibêje:  Me ji bona armancekê Hevpeymaniya ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê damezarnd ku beşdariyê di hilbijaritnan de bike, lê ez gihiştim wê baweriyê ku bi rêya vê Hevpeymaniyê ew armanc bi cî nabin û berdewambûna wê û beşdarîkirina wî di hilbijartina parlamentoya Kurdisstanê de bi tenê hijmareke din ya bê bandor dê li ser lista partiyan zêde bike û dê tevlîheviya nav partiyên siyasiyên Kurdistanê jî zêdetir bike bi taybetî li zona kesk (Silêmaniyê).Dilşad Abdulrehman berî bigehe partiya Berhem Salih  yek ji berpirsên balayên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bû û li ser lîsta wê wezîrê berê yê perwerdeyê yê hikûmeta Kurdistanê bû.Mihemd Bapîr berpirsê devera Soran û Herêm Ehmed berprisê berê yê devera Rawanduz ji Partiya Berhem Salih îstîfa kirin.Weke tê Zanîn Berhem Salh berê cîgirê duyem yê Celal Talebanî bû lê ji ber nakokiyên nava YNKê ji wê partiyê îstîfa kir û Hevpeymaniya ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê ava kir, beşdarî di hilbijartina parlamentoya Îraqê de kir (12.05.2018) lê bi tenê du kursî bidest xistin vê yekê jî wisa kir ku ew qewreya nû  her zû ber bi hilweşînê biçe.

Back to top button