Cîhan

Wezîrek kevin ê Îsrail û sixûriya Îranê

Li gora nûçeya Rûdawê, wezîrekî berê yê Îsraîlê bi tometa sîxurîkirina ji bo Îranê were dadgehîkirin.

 

Piştî girtina wî bi mehekê, Gonen Segev bi tometa ku sîxûriyê ji Iranê re kiriye û di dema şer de alîkariya dujmin kiriye, îro tê dadgehkirin.

 

Gonen Segev sala 1995an heta 1996an, di kabîneya serokwezîrê pêştir ê Îsraîlê Ishaq Rabîn de wezîrê enerjiyê bûye.

 

Segev ji sala 2004 heta 2007an, bi tometa qaçaxçîtiya bi madeyên hişber û veguhastina madeyên hişber ji Holendayê bo Îsraîlê bi pasporta dîplomasî, hatibû girtin.

 

Li gor ajansên Îsraîlê, piştî ku sala 2007an hate azadkirin, Segev çû Afrîqayê û li welatê Nîceriyê mijûlî karê bazirganî bû û her li wê derê pêwendî ligel ajansa îstixbaratiya Îranê kir û di berjewendiya wan de kar kir.

 

Gonen Segev di 15ê Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser bi ajansa istixbarata navxweyî ya Îsraîlê ya naskirî bi  Shin Beth ve hate girtin û Shin Bethê di 18ê Hezîranê bi daxuyaniyekê girtina wî bi tohmeta encamdana sîxûriyê bo Îranê aşkere kir.

Back to top button