Nêçîrvan Barzanî burokrasiyê nahêle
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 06.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima xelatkirina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi xelata ISO, kir.Di merasimê de ku, hijmareke diplomatkar, nûnerên welatên biyanî, cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê û hijmareke wezîr, parlamenter û nûnerên rêxistina ISO amade bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir.Serokwezîr di gotara xwe de behsa giringiya xelata ISO kir û diyar kir ku ew xelat bi wan alî û rêxistinên hikûmî û nehikûmî yên ku li gor pîvanên cîhanî sîstema îdareya kalîte karên xwe birêve dibin û di wê sîstemê de hevwelatî mifadarê yekem e û hemû kar û miamileyên daîreyan bi awayekî hêsantir û bi wextek kêmtir û bi kalîteyek baştir tên encamdan, tê dayîn:- Bexşîna vê bawernameyê bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanî, seroaktiya civata wezîran û hemû aliyan wê rastiyê diyar dike ku tevî hemû kirîz û dijwariyan, hikûmetê ji bo çaksaziyê îradeyeke cidî heye û berdewam dibe. Hikûmet bi hemû awayan cidye li ser çaksaziyên îdarî û pêşvebirina sîsetma rêvebirinê ji bo qonaxeke baştir û pêşkeşkirin û hêsantirkirina xizmetgozariya bi welatiyan bi kalîteyeke bilindtir û xerciyek kêmtir.Barzanî pîrozbahî li wezareta navxwe kir ku pêştir bi awayekî serkeftî ev sîstem li rêvebiriya hatinûçûnê li Duhokê cîbicî kir û wê rêvebiriyê bawernameya ISO bi dest xistin. Îro jî dîwana wezaretê wê bawernameyê bi dest dixe û tê çaverêkiri li ser du rêvebiriyên hatinûçûnê yên Hewlêr û Silmaniyê jî di demek nêzîk de bikeve warê piraktîkê:- Ev serkeftin li saziyên wezareta navxwe ku mînakek gelek başe tê peyrew kirin, dê bibe rêxweşker û palderek mezin ji bona ku gav bi gav ev sîstem li hemû saziyên hikûmî û nehikûmî li Herêma Kurdistanê bê bicî kirin. Hikûmet bi berdewamî lêdixebite ku infrastrukturek elektironî pêşkeftî û saxlem dabimezrîne, nûtirîn teknolojiya modern bixe di xizmeta welatiyan de û baştir û hêsantir karûbaran bimeşîne û xismetên baştir bi welatiyan pêşkeş bike.Nehêlana burokrasiyê ku hemû karûbar bi awayekî hêsan, sade û bê pirsgirêk derbas bibin, meşandina maimilan bi wextek û xerciyek kêm û bi kalîteyeke bilintir ji bo her welatiyekî li her dera Herêma Kurdistanê be, armanca sereke ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmet dixwze li hemû wezareta û saziyên hikûmetê miamile bi vî awayî bên meşandin:- Ji bona encamdana vê çaksaziyê di sîstema îdarî de, me îradeyeke cidî heye. Yekem car ev piroje sala 2014ê li Desteya tûrîzmê dest pê kir, paşî sala 2015ê rêvebiriya hatinûçûnê li Duhokê, ev di demkê de bû ku, Herêma Kurdistanê di nava şerekî dijwar de bû li dijî DAÎŞê û herwesa kirîsa dijwara darayî hebû, ev mînak û belgeyên zîndî ne ku hikûmetê ji bona binyatdanan sîstemeke modern û pêşkeşkirina xizmetgozariya ku bi dilêî hemû welatiyên Herêma Kurdistanê be, sîstemekî peyrew bike ku welarî bêzar û mandî neke û hemû karûbarên wan bi awayekî bên meşandin bi kêmtirîn dem û xercî, kêmtirîn dûvçûn tê de hebe. Ev giringtirîn pirse û divê hemû saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû wezaret bi cidî li ser kar bikin.Ji bo hikûmetê rezamendiya welatiyan giringe. Dema welatî serdana saziyên hikûmetê dike divê karêbarên wî/ê bê arîşe û bi awayekî rêkûpêk derbas bibe, divê bi rûyek xweş serderî bi weltiyan re bê kirin û kultûra bilinda miamilekirinê ji karmendan bibîne bi taybetî li balefirxaneyan û deriyên navdewletî:- Em gelek bi başî alozî û dijwariya meşandina miamileyên welatiyan hest pê dikin. Em dizanin welatî çend mandî dibe û divê li serî li çend ode û saziyan bide heta miamileya wî/ê tê meşandin. Hindek caran ji bo miamileyeke gelek biçûk divê serî li çend odeyan bide û li dawiyî jî nizane ka dê karên wî çê bibe yan na? Divê em ji vê sîstemê rizgar bin û çênabe welatiyên me jiber wê burokrasiya bê mana ya di sîstema îdarî de li welatê me heye binalînin û divê em reformên cidî di vê sîstemê de bikin.Hebûna alozî û burokrasiyê bi tenê têkelî bi sîstema îdarî ve nîne, hindek caran yasa û rêsa jî burokrasiyê çê dikin. Ev jî divê bê çareser kirin û hikûmet lê dixebite wan yasa û rênîşaderan di berçavan re derbas bike û digel parlamentoya Kurdistanê wan yasayan sersat bike û pêşkeftina teknolojiyayê û elektironî bixe di xizmeta cîbicîkirina yasayan de:- Teknolojiya ji bo xizmeta mirovî û hêsankirina meşandina miamileyan e. Di cîhana îdarî de bikaranîna teknolojiya alîkar û hevkarek beşe bi kalîteyeke bilind ku pêwîste encam bide. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirojeya Hikûmeta Elektironî berdewam e û armanca wê eve ku weke sîstema îdariya welatên pêşkefî, heta biakre, piraniya miamile û karê welatiyan bi awayekî online her li amlê li ser Laptopekê encam bide, pêwîst nake wan hemû saziyan bi wan hemû kaxez û filan û belgenameyan ve mijûl bibe. Hikûmeta Elektironî divê xwedî înfrastrukturek elektironî be daku bikaribe bawerîya saziyeke weke rêxistina navdweletî ISO bi dest bîne û bibe cîyê rezamendî û xweşhaliya welatiyan jî dema kar û miamileyên wan bi hêsan î û bê burokrasî tên meşandin.Niha Herêma Kurdistanê timam di qonaxeke nû de ye, piştî sala 2014ê û şerê dijî DAÎŞê qonaxeke nû dest pê kir. Bi xweragiriya pêşmerge DAÎŞ hat têkşikandin, niha qonaxeke nû dest pê kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewil dide têkeliyên xwe bi Bexdayê re normal bike û di çarçoveya destûra Îraqê de Herêma Kurdistanê mafên xwe werbgire. Di vê qonxaê de ji her tiştî giringtir divê çaksaziyên cidî yên îdarî bên kirin:- Min gelek car gotiye ku Kurdistan xwedî sermayeyekî gelek mezin yê mirovî ye, xwedî samanekî gelek mezin yê jêrzemîne weke; neft, gaz û av. Dê me rojekê ew îmkan hebin rêyên mezin û avahiyên mezin ava û dirust bikin, lê ji van hemûyan giringtir eve ku li vî welatî infrastrukturek îdarî rêkûpêk ava bikin, avahî tên û diçin û ne arîşye em dikarin dirust bikin, lê belê ya giring eger ew înfrastruktura îdarî ya rêkûpêk me nebe, tu mifa nabe. Ya ku nuha li Herêma Kurdistanê heye û li gor tecrûbeya min, em di wî warî de gelek li paş in, pêwîste ev infrastrukture bê ava kirin.- Divê wezaret û saziyên hikûmetê li hundirê xwe de çaksaziyên îdarî bikin, eger me ev yek kir karên din bixwe dê bên rêkxistin û dê me pere hebin, piroje hebin û welat jî gelek baştir ji caran tê vejandin, lê ya giring eve em her ji niha bi cidî berhingarî gendeliyê bibin û şefafiyê li nav saziyan zêde bikin û karûbarên hevwelatiyan bi hêsanî bên meşandin û ew fewzaya gelek caran ji bo meşandina karekî biçûk li saziyên hikûmetê heye nehêlin û eger her wezaretek û saziyek li ciyê xwe van karan bike, em bi hev re dikarin ji tiştê biçûk heta digehe pirojeyên mezin serkeftineke baş bi dest bixin.- Eger em weke yek tîm bi hev re kar bikin, em dê serkeftinên gelek baş bi dest bixin. Ez hêvîdar im vê yekê peyrew bikin û bibe karnameya we. Ev weke tîmeke fotbulê ye, eger di nava tîmê de pas bi hev du nedin gol nayê avêtin her çiqas ew kes zîrek û bi îmkan be jî. Eger digel ewên pê re dilîze pas jê re nede û bi hev re kar nekin, gol nayê avêtin. Ez hêvîdar im wê pasê ji hev du re bidin û serkeftinê ji we re dixwazim.