Çi dibe?
Piştî Amerika duh bi rewresmekî Balyozxaneya xwe li Qudsê vekir, di pêşkêşîya tevgera Hemasê de li Gazayê xwepêşandana destpê kir. Hêzên ewlehiya Îsrail midaxeleyê xwepêşandana kir. Di encama bûyeran de 55 kesî jiyana xwe ji dest da û bi zêdeyî hezar kesî jî birîndar bû. Ev bûyer li cîhanê bi awayên cuda hate nirxandin.Filistînî Qudsê paytextê dewleta xwe ya pêşerojê dibînin. Îsrail jî Quds kiriye paytextê welatê xwe. Cara yekem Amerika Balyozxaneya xwe ji Telavîv veguhazt Qudsê. Dixweyê dê hinek welatên din jî vê yekê di pratikê de bipejirînin.Tevgera Hemas a Filistînî li himber vê yekê,projeyek ya xwepêşandana çêkir û bi navê “Rêveçûna ji nûve vêjandinê ya mezin“ dest xwepêşandana kir. Xwepêşander bi girsehî li sinorî devera Gazayê û Îsrail kom bûn. Xwepêşanderan roja damezirandina dewleta Îsrailê de sala 1948ê ku Filistinê vê rojê wek “NAKBA- Felaket“ navdikin de çalakiya herî mezin pêkanîn.Di heman rojê de Balyozxaneya Amerika li Qudsê hate vekirin.Di xwepêşandanan de xelkê, kevir û molotof(bombeyek destçêkirî) avêtin hêzên ewlehiya Îsrail. Hêzên ewlehiya Îsrail jî bombên gazê bersiva wan dan û çek karanin. Di encam de kuştî û birîndar çêbûn.Di vê derbarê de serokwezîrê Îsrail Netenyahu daxûyaniyek da û got: Mafê her welatî heye ku sinorên welatê xwe biparêze. Rêxiztina Hemasê biryar daye ku dewleta Îsrail têkbibe. Bi vê armancê hezaran insan li ser sinor kom kirine. Hemas rêxistinek terorist e. Em ji bo serweriya xwe û hemwelatiyên xwe biparêzin tişta pêwist dikin.Mahmut Abas 3 roj şîn ragihand û got:Îro cardin li dijê gelê me qetliamek pêkhat.Di van bûyeran de helwesta hinek welatan eve:Amerika: Berpirsê van kuştinên trajîk bi temamî Hemas e. Hemas bi zanebûn ev provakasyon pêkaniye.Kuveyt hewl da NY bicivîne û li dijê Îsrail biryarekî bistîne. Lê ev helwesta Kuvetê ji aliyê Amerikave hate asteng kirin.Serokkomarê Tirkiye ji bo Îsrail got: Îsrail dewletek terorist e. Tirkiye 3 roja şîn ragihand.Almanya daxûyakirin ki mafê Îsrail yê ku xwe biparêzê heye. Lê divê vê yekê bi awayek pir dikat bike.Fransa jî ev bûyer şermezar kir.Bê guman kesek li ti deverekî kuştina sivilan baş nabîne. Lê dema behsa dewleta Îsrail tê kirin , gerek rêxistina Hemas jî baş bête nirxandin. Herweha piştî referanduma serxwebûnê û dema Artêşa Irakê li gel Heşda Şeibî êrîşê Kurdistanê kirin û li deverên wek Xormatu qetliam kirin, rêxistina Hemasê ev yek wek serkeftinek ya hêzên ewlehiya Iraqê ragihand û li dijê referanduma serxwebûnê li ba hukumeta Bexdayê sekinî.Gelo niha mirov vê yekê ber bi çav bigre , divê çi helwestê deynê holê?Nûçe/analîz