Cîhan

Emê li Suriye xwe bi hêztir bikin

Wezîrê bergiriya Amerika Jim Mattis gelek eşkere da xûyakirin ku, DYA ji Suriye venakişe û dê hêza xwe li vî welatî xort bike.Jim Mattis tevlî civînek ya Senatoya DYA bû û bersiva gelek pirsa da. Ji Mattis pirsîn: Dê helwesta DYA di derbarê vekijandina hêzên xwe ji Suriye çibe?Mattis: Em niha xwe ji Suriye nakişînin. Tekoşîna me li dijê DAÎŞê berdewam e. Emê vê tekoşîna xwe bi xortkirina hêzên xwe li herêmê geştir bikin.Mattis da xûyakirin ku ji 70 welatî zehftir pişgiriyê didin koalisyona li dijê DAÎŞê,hetta bi temamî herêm ji vê rêxistinê bê pakij kirin şerê me berdewam be.Mattis berdewamiya axvtina xwe de got: Hunê di rojên pêşiya me de li devera Firat a navîn me gelek bi hêztir bibînin. Hêzên taybet yên Fransayê jî gelek arîkariya hêzên me dikin.Seroka Amerikayê Trump dabû xûyakirin ku, ew di şerê li dijê DAÎŞê de nêzikî dawiyê bûne û hêzên Ameriki di demek nêzîk de ji Suriye vedikişin.

Back to top button