Polîtîk

Aligirên PDKê tenê dengên xwe didin PDKê

PDK li kerkûkê hilbijartinên parlementoya Iraqê boykot dike û tevlî hilbijartina nabe. Partî dayê xûyakirin ku ew cihê Ala Kurdistanê lê bilind nebê û baregehên me ne vekirîbin ev tevlî hilbijartinê nabin û ev protestokirina helwesta Hukumeta Bexdaye. Kerkûk dagirkiriye.PDK ji bo vê yekê nakeve hilbijartinê û tu berendama nîşan nade. Niha li ser babeta dê parti dengên xwe li Kerkûk bidê kî. Gotin têne gerandin ku dê parti dengê xwe bide Yekgirtuya Îslamî.Li ser van gotina berpirsê partiyê li Kerkûkê tevlî bernameyek kanala Rudawê bû. Mihemet Xûrşîd berpirsê PDKê li Kerkûk van îdiayên tên kirin red dike û di vê derbarê de dibêje:. “ “Em ne YNK, ne jî ti aliyekî din hêjayî wê yekê nabînin ku PDKyî dengên xwe bidin wan. “. “ Ti daxwazek di vê mijarê de nehatiye kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endamên PDKê, ji bilî partiya xwe kesekî hêjayî wê yekê nabînin ku dengê xwe bidin, lewma PDKyî dengê xwe tenê didin PDKê, li Kerkûkê em hilbijartinan boykot dikin, em amade nîn in ku dengê xwe bidin ti lîsteyeke din.”.  “Ji bo ku hemû bizanin, hemû lîsteyên Kurdistanî û xeynî Kurdistanî peywendî bi PDKê re kirin, daku em alîkariya wan bikin, lê em li ser biryara navenda xwe rijd in li ser wê yekê ku hilbijartinan boykot bikin.”.  “Endamên nav lîsteyên hilbijartinên Kerkûkê bêyî ciyawazî, hemû alî, tevî YNKê, bi me re peywendî danîn, lê em ne YNK û ne ti aliyekî din hêjayî wê yekê nabînin PDKyî dengên xwe bidin wan.”.  “Alîgirên PDKê bi boykotkirina hilbijartinan biryar dane ku peyameke zelal bigihînin wan hemû aliyên ku rewşa Kerkûkê xera kirin û di 16ê Cotmehê de xiyanet kirin”.. “Kurdistaniyên Kerkûkê gelek bi zelalî wê yekê dizanin ku ti azadiyek ji bo Kurdan di propagandaya hilbijartinan de tine ye.”     

Back to top button