Li Suriye dezgehê çavderiya mafê mirovan da xûyakirin ku li bajarê Helebê YPGê cihên di bin kontrola xwe de ji bo hêzên rejima Suriye cih bibin vale kir. YPG xwe ji Helebê dide aliyekî.Li gora medya Suriye jî radigihîne, şevîdin ve hêzên YPG li gora li hevhatinekî li gel arteşa Suriye ji Helebe derdikevin û cihê wan de hêzên rejimê bi cih dibin. Herweha li gora heman çavkaniyê, hêzên YPGê ber bi WEfrinê ve diçin.Di heman demî de wezîrê derve yê Tirkiye di konferansek rojnemevani de da xûyakirin ku, gelek nûçe hene ku hêzên rejima Suriye li Efrinê cih dibin. Helwesta me zelale, em ne li dijê tu hezekê ku li himber PKK/YPG û DAÎŞê şer dike. Teror dijminê me hemûyane.Berdewamiya axavtina xwe de Çavuşoglu got: Em rê nadin tu hêzekî ku bêne ve deverê ji bo pişgiriya YPG/PKKê bikin. Ji berî niha karwanek leşkerî ku ji 5-10 otomobilan pêkdihat berê xwe da Efrinê. Tişta pêwist me kir. Ev hêz milis bin yên din bin ferq nake. Ew hêz yan jî welatên pişgiriyê bidin PKKê ji bo me wek PKKê ne. Li gora wê jî emê muamelê bikin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025