Cîhan

Di derbarê Minbicê de Amerika û Tirkiye li hevkirine

Eve demeke serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan dide xûyakirin ku, piştî Efrînê Tirkiye berê xwe dide devera Minbicê. Li Minbicê leşkerên amerikanî bi cih bûne. Erdogan dide xûyakirin ku, Amerika li Minbice vekişe yan jî venekişe emê operasyonekî li dijê vê deverê bikin.Di vê derbarê de hevdîtin navbera Amerika û Tirkiye de hene.  Herî dawî wezîrê Bergiriya Amerikayê James Mattis  da xûyarkirin ku di derbarê Minbicê de Amerika û Tirkiye hevdîtina dikin. Herweha James Mattis  dibêje em li gel Tirkiye gihane encamekî. Lê îro nabe em vê yekê jib o raya giştî zelal bikin.

Back to top button