
Li himber êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê, li Tirkiye Yekitiya Pizijkên Tirkiye daxûyaniyek belav kirîbû. Di daxûyaniyê de behsa zerera şer dihat kirin û herweha behsa bandora şer li ser jiyan û tenduristiya xelkê hatibû kirin.Yekitiya Pizijkên Tirkiye dabû xûyakirin ku , şer pirsgirêka tenduristiya xelkê ye.Li ser vê daxûyaniyê li Tirkiye gelek gotubêj hatin kirin. Heta serokkomarê Tirkiye Erdogan û wezîrê tenduristiya Tirkiye û gelek berpirsên hukumî li dijê pizijkan daxûyanî dan û hinekan ew bi xiyanetê itham kirin.


