Nivîsar

Navçeyên kurdî û helwesta Hesen Ebdil Edîm û Beşar Elca,iferî

 Bawerê Omerî[email protected]Ji dema ku şahinşahiya Osmaniya li ser destê dewleta Inglîz û Firensa hatiya rûxandin, herêm û navçeyên kurdî û xaka Kurdistan di nav pênc dewletan de hatin dabeşkirin, yek ji wan dewletên, ku di destpêka sedsala bîsta de dagirkerên Firensî ew damezirandibûn “Dewleta Şam û dewleta Heleb bûn, paşê navê wan herdu dewletan kirin „Sûriyeyê“, dawî bi ragihandina vê dewleta nû re, wan dagirkeran beşek ji herêm û navçeyên kurdî û xaka Kurdistanê tevî vê dewletê kirin.Miletê Kurd ji bo hemû pêkhatiyên wê roleke pir giring li seranserî Sûriyeyê lîstine, rast kar kiribin, şaş kar kiribin, ew xwediyê wê rolê ne, ew kar û xebata wan ji bo Sûriyeyê û parastina herêm û navçeyên xwe di dîroka dagirkerên Firensî de bi pênûs û zimanê efser û serleşkerên wan bi hûrgilî hatiye tomarkirin, helbet ti kes nikare vê rola xebatkar û şervanên Kurd di Sûriyeyê de bide mandelê.Berî sê salan danê êvarî min internêta xwe vekir, di rûpela paltalkê de derbasî koçka rojava Kurdistanê bûm,  birêz Hesen Ebdil Edîm serûkê giştî yê yekîtiya sosyalista dîmoqrata erebî di wê koçkê de diaxivî.Wek hemû caran helwesta xwe ya kevn ji guhdaran re dûbare dike û weha digot:“Herêm û navçeyên kurdî di Sûriyeyê de tune ne, em tenê bi mafên Kurda yên çandî û niştimanî re ne, em daxwazên hinek ji Kurdan wek daxwaza sîstema Federalî û rêvebiriya xweser ticarî napejirînin“.Piştî min baş li gotin û helwestên wî guhdarî kir, min destûr ji rêvebirên koçkê xwest bo ez jî tev wê gengeşiyê bibim, pêşî min bixêrhatinek dayê û sipasiya rêvebir û guhdaran kir, ez weha derbasi nav babetê bûn û min ji wî pirsî: Rêzdarê hêja, em baş helwestên te di derbarê mafên miletê Kurd de li Sûriyeyê nas dikin, me guman dikir, ku piştî sala 2011a ev helwestên we hatbin guhertin, lê ji axaftina te ya niha xuya dibe, ku hûn nikarin helwestên baş û guncaw ji hemû kêşeyên Sûriyeyê re û bi taybet ji pirsa Kurd re bistînin, tu dibêjî, ku herêm û navçeyên kurdî di nav xaknîgariya Sûriyeyê de tune ne, baş e, tu dikarî ji min re bibêjî, bê erebkirin li kîjan bajaran di Sûriyeyê de çêbû ye? Projeya kembera erebî li kîjan bajarên Sûriyeyê hatiye cîbicîkirin? Gelo ev piroje li bajarê Siwêda û Dera û Şam û Humsê û Tertûsê bi cihanîne, ya jî li navçe û gund û bajarên Kurda bi cihanîne? Tu dikarî ji min re bibêjî, bê çîma desthilatdariya Elba,is li Sûriyeyê zimanê kurdî qedexe dike û nasnameyên Kurda ji wan dikşîne? Gelo zimanê hevwelatiyên din wek yê kurdî hatiye qedexekirin û nasnameya sûrî li Siwêda û Dera û Şam û Hums û Hema û Colanê ji wan hatiye kişandin? Tu dikarî ji min re bibêjî, çima li herêm û navçeyên kurdî di bakurê Sûriyeyê de rejîma Elba,is karxaneyên pîşesaziyê û dezgehên tendirustiyê û rêkên çûnûhatinê yên guncaw ava nake? Lê li bajarê Siwêda, Dera, Şam, Hums, Hema û Helebê bi hezaran karxane û dezgeh û rê avakirine. Tu dikarî ji min re bibêjî, bê çima dibistaneke kurdî tenê bi fermî di Sûriyeyê de tuneye? Lê em dibînin, ku bi seda dibistanên erebî û suryanî û aşûrî û ermenî û kildanî hene. Tu dikarî ji min re bibêjî, bê çima şalyarek, serûkek û cîgirekî Kurd di nav dezgeh û desthilatdariya Sûriyeyê de tune ne? Di dema, ku em dibînin, bi dehan berpirs, serûk, şalyar û balyoz ji hemû pêkhatiyên din di Sûriyeyê de hene. Gelo tu dikarî ji min re bibêjî, ku rojekê tenê jî zindanên Sûriyeyê ji rêzanvan û xebatkar û rewşenbîrên Kurd vala mane? Na xêr, em di Sûriyeyê de xwedî xak in, navçe û herêmên kurdî li bakurê Sûriyeyê rastiyeke dîrokî ye, ti kes û hêz di vê cîhanê de nikarin vê rastiyê bidene mandelê, navê vê xakê Kurdistana başûrê rojava ye, ango Kurdistana Sûriyeyê ye, mafên me li vê dewlata Sûriyeyê li ber çavên hemû miletên li cîhanê ji aliyê we û rejîmê ve têtin binpêkirin, û di dawiyê de ez ji te û hemû rikbera erebî re di Sûriyeyê de dibêjim, heger hat û rojekê ji rojan hûn bibin desthilatdar di Sûriyeyê de, û bi vê hişmendiyê li pirsa Kurd di Sûriyeyê de binerin, ji bîr nekin, wê çaxê miletê Kurd wê bi hezar û hezarên şoreşa li dijî van helwestên we rabin û mafên xwe yên rewa ji we bistînin.Piştî min axavtina xwe bidawî anî, ew ji helwesta xwe hate xwarê û weha got:“Na bira na, min negotiye, herêm û navçeyê kurdî di Sûriyeyê de tine ne, lê careke din ez dibêjim, mafê we yên çandî jî wek yên hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê heye“.Di vê babeta pir hestiyar de, ya ku bi herêm û navçeyên kurdî ve li Sûriyeyê giryêdayî ye, nûner û balyozê rejîma Elba,is li nav neteweyên yekbûyî birêz Beşar Elca,iferî, yê ku ew û rikbera Sûriyeyê ya li derve bûne mîna qehremanê filmên sînema, ev çend car in, ew di bersiva rojnemevanan de navçe û herêma kurdî li bakurê Sûriyeyê dide mandelê, ji xwe daxwaza Kurda di sîstema federalisma Sûriyeyê de ji binî ve napejirîne.Ji helwestên van berpirsan û êrîşa hêzên rejîma Tirk û çeteyên wa, yên ku îroj li dijî miletê Kurd li herêma çiyayê Kurda û bajarê berxwedayî bûka Kurdistanê Efrîna rengîn têtin kirin, careke din têt tekezkirin, ku ev herêm û navçe yên Kurda ne, ji ber ku rejîma Sûriyeyê û rikbera wê herdu jî ji vê êrîşa dagirkerên Tirk razî ne, herweha piştgiriya serûkê biraderên Misilmanan li cîhanê birêz Receb Teyib Erdoxan dikin.Heger rast e, wek hûn dibêjin „herêm û navçeyên Kurda di Sûriyeyê de tune ne“,  baş e, ah va ye cihnişînê Misilmanan li cîhanê birêz Erdoxan û rejîma wî ya faşist ji we û hemû cîhanê re dibêjin „ev herêm ya Kurda ye, em ticarî nahêlin Kurd li vir bibin xwedî dewlet, ji ber vê sedemê jî em êrîşî wan dikin“.Xuyaye di vê babetê de helwesta we û ya rejîma Tirk di dagirkirina herêmên kurdî yek in, heger ev ne rast be, gerek e bi kêmanî we rê nedabana dagirkerên Tirk, ku bên xaka dewleta we dagir bikin, bi kêmanî we karîbû leşkerên xwe yê giran ji welatê bav û bavpîrên xwe „Yemena bextiyar“ banîna û bi balindeyên Ebabîl û fîl û deveyan êrîşî leşkerên Tirk û çeteyên wan bikirana û we ji welatê xwe ew derxistana, jêhatîno, dibe jî ez şaş bim.23.01.2018  

Back to top button