Broşura neft û gaza Kurdistanê ya sala 2009ê bi kurdî derket
– Mexseda min a sereke ji wergerandina vê broşurê bo ser zimanê kurdî ewe ku siyaseta neft û gazaê ya herêma Kurdistanê û ew kontraktên neftê yên bi kompnaiyayên patrolê re îmzakirine bi rastî û şefaf bigihîjin raya giştî. Ji ber ku di vê broşurê de hemû zaniyarî pêwîst li dor girêbestên patrokê tê de hene. Ez dikar im bi dilrehetî bêjim ku li tu welatan bi vî awayî zaniyariyan li ser kompanî û girêbestên neftê naweşîn in.”
Ebobekir got ku dema broşur bi zimanê îngilîzî (The Oil Gas Year 2009) hat weşandin hîngê di preskonferensekê de soz hat bû dayîn ku bi zimanê kurdî û erebî jî bê weşandin daku xendevanên her du zimanan jî ji naveroka wê agdar bin. Ebobekir got:
– Ev broşu, ji bi haydarbûna xandevanan li ser siyaseta serkeftiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê sektora neft û gazê de pireke gelek baş e. Her wesa tê de rêje û pişka kompaniyan di sala 2009ê de, bizelalî hetiye diyar kirin.
Sîrwan Ebobekir rawêjkarê wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê ku ev broşur ji zimanê îngilîzî wergerandiye bo ser zimanê kurdî di dawiya daxuyaniya xwe de de got:
– Ez hêvîdar im ku ev berheme berçavên wa hemû kes û aliyan ron bike yên ku dijatiya siyaseta serkeftiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê neft û gazê de. dikin.