Cîhan

Senatorên Amerîkî: Qasim Silêymanî êrişî hevalbendên me yên Kurd kir

Hejmarek endamên Congres Amerîkayê rexneyên tûnd li wezareta derve ya welatê xwe û nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navnetewî dijî DAIŞê kirin û daxwaza ji karkêşana wî kirin.Di çalakiyekê de berî demeke kurt endamên Congres Amerîkayê helwesta xwe derbarê bûyerên 16ê Oktoberê û rojên piştî wê diyarkirin û daxwaza piştgiriya kurdan ji Amerîkayê kirin.Her di wê çarçoveyê de rawêjkarê berê yê Trump ragehand ku, nabe mîlîşyatên Şîeyan bihêz bibin û pêwîste Amerîka şerê wan bike weke çawa şerê DAIŞê kir, tekez kir ku, Îran dest deynaye ser Iraqê.Kongrssman Tirênt Frans da zanîn ku, di wan êrîşên ser kurdan alaya hizbulaha Lubnanî li ser çekên Amerîkayê bilindkirin û got ku, Ebadî rêkeftinên xwe binpêkirin û êrîş bire ser hevpeymanên me.Di heman demê kongrssmanekî din tekez kir ku, nabe bi çekên Amerîkayê êrîş li ser hevpeymanên me were kirin û got eger bandora kurdan nemîne Îranê wê bi temamî Iraqê dagîr dike.Herwiha kongrssman Le Yelldin rexneyê tûnd li nûnerê Donalid Turmp kir û daxwaz kir ku, dive ji kar were derkirin.Senator Michael Prejent got: “Qasim Suleymanî piştî dorpêçên me yên bo ser wan, dest bi êrişa bo ser hevpeymanên me yên Kurd kir.”Michael Prejent li ser rola serkirdeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis diyar kir, Ebû Mehdî Muhendis kesekî terorîst e û bi bîr xist, pêwîst e Waşington niha piştgiriya hevpeymanên xwe yên Kurd bike.Di dawiyê de kongrssman Denkin Hanter got ku, êrîşên mîlîşyatên Heşda Şeibî, artêşa Iraqê, pasewan, hizbulaha Lubnanê û dagîrkirina Kerkûkê û Xûrmatu û navçeyên dn ji aliyê hêzên ser bi Îranê ve belgeye ku, siyaste wezareta derve ya Amerîkayê şekestin anî.

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/1594834883945642/

Back to top button