CivakPolîtîk

Ezê weke pêşmergeyekî xizmeta welatê xwe bikim

Roja şemî 28.10.2017 Serok Mesûd Barzanî li nameyeke ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistanê de daxwaz dike dema Serokayetiyê neyê dirêj kirin û babeta Serokayetiyê bê çareser kirin û ne amadeye jî piştî temambûna dema Serokayetiyê li posta Serokê Herêma Kurdistanê de berdewam bê.Eve jî naveroka nameya Serok Barzaniye ji bo Serokayetiya Parlemen:Ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistana birêzSilavekî germ..Li gor fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12ê 7a 2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê li roja 01.11.2017 bê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û emnî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokayetiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her dû hilbijartinan rawestand û li 24ê 10ê 2017 li Parlemena Kurdistanê da temenê Parlemen û Hikûmeta Herêma ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêj kirin.Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, li piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabê yasaya Serokayetiyê bê hemwar kirin yan temenê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêj kirin. Pêwîste bi zûtirîn dem kom bibin bo ku valahiyeke siyasî li erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de dirust nebê û ev babet bê çareser kirin.Ez jî wekî Mesûd Barzanî Pêşmerge li nav cemawerê xweragirê gelê me û Pêşmergeyên azîz de li xebat û têkoşîna bi destxistina mafên rewayên gelê me û parêzgerîkirina li destkeftên mîlletê me de berdewam dibim.Mesûd Barzanî28.10.2017

Back to top button