Cîhan
Di şerê dijê DAÎŞê de hevkarê sereke peşmerge ye
Berdevkê hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon dibêje, di heyama operasyonên Til Efera Mûsilê û Hewîceya Kerkûkê de derdora hezar çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin.Berdevkê hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon bersiva çend pirsên BasNewsê da. Dillon li ser asta hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hevpeyman de got, Pêşmerge hevkarekî serekî û girîng yê hêzên hevpeyman e di şerê DAIŞê de.Ryan Dillon, fermandeyekî pilebilind yê artêşa Amerîka ye jî, pesnê Pêşmerge da û got, di heyama operasyonên Til Efer û Hewîcê de derdora hezar çekdarên DAIŞê, ku dixwastin birevin, ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin.Di bersiva vê pirsê de ku gelo referandoma serxwebûna Kurdistanê bandorek xirab li ser hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de kiriye yan na, berdevkê hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê xwe ji wê yekê dizî ku behsa referandomê bike lê got, şerê Hewîcê beriya referandomê dest pê kiribû. Em pîrozbahiya serkeftina şerê Hewîcê li hêzên Iraqê û Pêşmerge dikin. Lê şerê DAIŞê dê piştî rizgarbûna Hewîcê jî bidome.Yek ji nîgeraniyên Amerîka ew e ku referandoma serxwebûna Kurdistanê dê bandorek xirab li ser şerê DAIŞê bike lê rayedarên Kurdistanê gelek caran gotine, tiştekî wisa nabe.