Polîtîk

Avakirina xetek/baskek nû di nav YNKê de

Di nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê de xetek/baskek nû tê dirust kirin û li gor hin agahiyan ew bask dê bi serokatiya Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê YNKê be û çend serkirdeyên YNKê dê di nav wê xetê de cî bigirin.Malpera Şar ku li Silêmaniyê bi zaravayê soranî weşana xwe dike, li dor vê pirsê nûçyek weşandiye û dide xuya kirin ku li gor agahiyên gihiştine wê, çend rojeke li Silêmaniyê xebatên cidî ji bona avakirina xetek/arastek di nav YNKê de bê avakirin û ew bask dê bi serokatiya Berhem Salih be û Lahur şêx Çengî ku niha berpirsê saziya parastin û zaniyarî a herêma Kurdistanê ye digel 30 endamên serokattiya YNKê dê di wê xetê de cî bigirin.Li gor zaniyariyên malpera navborî, baskê pêşniyarkiriyê bi serkatiya Berhem Salih di gava yekemîn de dê daxwaza hiweşandina polîtbûroya YNKê bike, ji berku weke ew dibêjin:1- Polîtbûroya YNKê nikare di vê rewşê de serokatiya YNKê bike,2- ew li plêşiya reformên navxweyê astengiyan çê dike,3- naxwaze rêkeftina navbera YNK û Tevgera Goranê ku, di 17.05.2016ê de hatibû îmzakirin, bikeve di ware piraktîkê de û,4- beşek ji endamên serokatiya YNKê, li ser pirsên herêma Kurdistanê li pey PDKê ketine û siyaseta PDKê bi cî dikin Weke tê zanîn ev çend salin Berhem Salih ji YNKê dûrketiye û beşdariyê di civînên polîtbûroya wê partiyê de nake. Berî heyamekî jî Berhem Salih digel Kosret Resûk Navenda Biryarê li nav YNKê ragahndibû lê bi ser neketin.

Back to top button