Polîtîk

Provakasyona PKKê di rêya refereranduma serxwebûnê de

PKKê li Şingalê xweseri ragihand.PKKê li devera Şingalê Xweseriya Demokratik ragihand. Di daxûyaniyekî de  endamên Meclisa xweseriya Demokratik hatine kifşkirin.  Medya PKKê rê dide daxûyaniyên hevserokên vê meclisê.Ev yek bi xwe ne tişteke û nagihê tu derekî. Armanc ji vê daxûyaniyê û ragihandina  Xweseriyê tenê rêgiriya prosesa referanduma Kurdistanê ye. PKK bi hemû dam û dezgehên xwe li dijê referanduma serxwebûnê ye û di vê derbarê de dibe destê Îran û Iraqê li Kurdistanê de.PKK bi xwe jî baş dizane nikare bibe asteng di vê prosesa netewî ya pîroz de. Lê hewldide ku provakasyona çêbike. Yani di vê pêvajoya hesas de çi mana vê ragihandina vir û derew heye? Ne kurdek ne jî PKK bi xwe nikare bersiva vê bide.PKK rolê xwe dileyze û dixwaze bi hemû awayî astenga di rêya serxwebûna Kurdistanê de çêbike.

Back to top button