CivakPolîtîk

Hikûmeta Kurdistanê êrişên terorîstî şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrişên terorîstî yên Barcelona û Alcanar li Herêma Kataloniya Îspaniya şermezar dike û pêştîvanî û hev xemiya xwe ji bo Kataloniya Îspaniya xuya dike.Tekesta peyama hikûmetê:Em bi tundî êrişên terorîstî yên Roja Pênşem û şeva borî li Barcelona û devera Alcanar li Herêma Kataloniya şermezar dikin ku welatiyên sivîl kirin armanc û hijmarek welatî û geştiyarên biyanî canê xwe ji destdan û birîndar bûn.Me li Herêma Kurdistanê ezmûneka tal tevî terorê heye. Em bi awayekê baş ji êş û azarên van êrişan têdigehin û hev xemiya xwe tevî Kataloniya û Îapaniya xuya dikin û sersaxiyê jî ji malbat û gel û hikûmetên Kataloniya û Îspaniya dikin.Dubare bûna êrişên terorîstî û Berfireh bûna çalakî yên wan li welatên cîhanê, vê rastiyê nîşan dide ku bereya dijî terora cîhanî pêwîstî bi hewleka bi hêztir, karê hevpar, alîkarî û hemahengiya berfireha civaka navdewletî heye, ji bo vê yekê bikaribe pêşiya wan tawanan bigire û hizra tarî ya terorîstan ji nav bibe ku dixwaze xwe zal bike.Em dubare hevxemî û pêştîvaniya xwe ji malbatên qurbaniyan û gel û hikûmetên Kataloniya û Îspaniya xuya dikin û hêvîdarin tawanên reş yên bi vê awayê çi caran dubare nebin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê2017-08-18 

Back to top button