CîhanDosya

Barzani: Eger referandum nebê, pirsgirêkên mezin li herêmê peyda dibin

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li pêş Parlementoya Ewropayê gotarek derbarê pirsa referandûm û terorê de pêşkêş kir. Serok Barzani di gotara xwe de peyama gelên Kurdistanê gelek bi zelalî gihand nûnêrên Ewropî.Serokê Kurdistanê di gotara xwe de got:  “Ev şande hilgirê peyama xelkê Kurdistanê ye û ji Endamê Polîtburoya YNKê Necmedîn Kerîm, Huşyar Zêbarî, endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya îslamî Dr. Mihemed Hawdiyanî, Nûnerê Tirkmenan Mihemed Seidedîn, Nûnera Xirstiyanan Wehîde Yaqo Hirmiz û Nûnerê Êzidiyan Şêx Şamo pêk hatiye.Serok Barzanî got: “Em wek xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve ji sed salî zêdetir me hewl da ku karibin hevparî û şeraketeke rastî pêk bînin û li vê dawiyê jî Iraqeke federal û demokratîk dirust bikin, lê mixabin ti encamek neda.”Barzanî got: “Heger em pêwendiyên xwe ligl Iraqê parve bikin, dikarin bibêjin ku di du qonaxan re derbas bû, yek ji şerê cîhanê yê yekem û heta 2003an, ya duyem jî ji 2003an û heta niha. Qonaxa yekem hikmê Suneyan bû, qonaxa duyem jî hikmê Şîeyan ne.”berdewamiya axvtina xwe de serok got: “Dibe gelek bê gotin ku heger (referandûm) bibe, asayişa navçê têk biçe, lê vajî wê yekî rast e û metirsî heye ku heger ew (referandûm) nebe, navçe rûbirûyî pirsgirêkên mezin dibe û asayiş û aramî têk diçe.”Serokê Kurdistanê da xûyakirin ku:“Di destûra Iraqê de, ku di sala 2005an de dengê pê hat dayîn, Kurd bi rêjeyeke mezzin beşdarî tê de kir û tê de hat, ku pabendbûn bi wê destûrê Iraqê diparêze, lê mixabin ji we re dibêjim ku bi ti awayî pabendûn bi destûr nehat kirin. Destûr jî rê dide me ku wê gave bavêjin.”Di beşeke din de Barzanî got. “Em şanaziyê bi ferhenga milet xwe dikin, ku ferhenga hevqebûlkirin û pêkvejiyanê ye, ol û pêkhateyên cuda bi hev re dijîn û ev biryar jî ya hemû xelkê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan e. Di pêşerojê de jî em pabendî wê dibin ku hemû pêkhate û ol mafê wan di Kurdistanê de parastî be.” 

Back to top button