Civak

Kayum: peykerê Ehmedê Xanê bi şaşî hatiye xirakirin

22ê Hêzîranê li bazîdê peykerê Ehmedê Xanê hatibû xirakirin. Li ser vê yekê partî û aliyên Kurdistana Bakur daxûyanî belavkirî bûn û ev bûyer şermezar kirîbûn.Di vê derbarê de şeredariya Bazîdê daxûyaniyek belav kir û got : ev peyker dema rê hatî nû kirin bi şaşî hatiye xirakirin.Şeredariya Bazîde niha ji aliyê Kayim vet ê rêvebirin.Şeredariya Bazîdê di daxûyaniya xwe de dibêje: “Ji aliyê şaredariya me ve, di 22ê Hezîrana 2017an de, dema ku çêkirina rêyan û sererastkirina peyarê û refujan berdewam bû, ji aliyê makîneya kar ve bi şaşî zirar li peykerê Ehmedê Xanî ku di nav refuja kêlekê bû, hatiye dayîn û peyker ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatiye rakirin.”   Şaredarî herwiha aşkere kiriye, ku ji aliyê şaredariyê ve peykerekî nû tê çêkirin û di demeke kin de dê peyker deynin cihê xwe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button