Trump: Dibê ku şerek mezin di navbera Amerika û Koreya Bakur de derkeve
Donald Trump Serokê Amerîkayê di derbarê aloziya Koreya bakur de dibêje ku, em dixwazin vê aloziya heyî bi rêyên diyalogê çareser bikin. Lê dibe ku şerek mezin jî derkeve.Koreya Bakur bi çekên xwe yên çêdike bûye tehdîtek mezin li ser welatên wek Koreya Başûr ,Japonya heta Amerika bi xwe jî. Herî dawî hinek mûşekên nû çeribandin û ceribandinên wan serkeftibûn. Li ser vê yekê Amerika keştiyên xwe yên cengî rêkirin herêmê û bi tundî li dijê Koreya Bakur derket.Li ser van bûyeran Donald Trump Serokê Amerîkayê li gel ajansa Reutersê axivî û di derbarê krîza Koreya Bakur de got:Îhtimaleke mezin e dê Amerîka û Koreya Bakur bikevin nav şerekî lê, ez tim rêbazên dîplomatîk tercih dikim. Dizanim kareke dijwar e, lê min pir dixwest bi rêbazên dîplomatîk ev mijar çareser bibe.”