Serokê PDK-T M.Emin Kardaş bi minsebeta bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê dibêje:Îro li dilê Kurdistanê, Bajarê (Kerkuk)ê Ala Kurdistan ji bal meclîsa Parêzgeh a bajarê Kerkukê ve hat pesendkirin ko ew li hemî ciyên fermî werê bilind kirin.Zimanê Kurdî jî werê bikar anîn bi vê biryara pîroz hemî gelên Kurdistanê kêfxweş û şad bûn, Em PDKT; ji valiyê Kerkukê berêz Necmeddîn KERÎM û serokê meclîsê berêz Rebwar TALABANÎ û ji hemî endamên meclîsê re gelekî sipasdarin.Bi vê biryarê giyana nemi r Mele Mistefa barzanî hat şad kirin. Lewra gotIbû “kerkuk dilê kurdIstana” ev Biryar û Rûdan ji netewa Kurd re pîroz û mayînde be.M.Emin KardaşSerokê Giştî yêPDK-T
Pêş
22/07/2026
Dîmenek ji têgihandina rastiya PKKê…!
22/07/2026
Êrîşên Îranê li ser herêma Kurdistanê li Wanê hatin şermezarkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close


