Cîhan

Rusya û Tirkiye nêzikî hev dibin

Serok Komarê Tirkiye Tayib Erdogan sardana Rusya kir û li gel serokê Rusya Vlademir Putin hevdîtinek berfireh pêkanî. Hevditina Erdogan û Putin 2 seet û 40 xulaka berdewam kir. Di hevdîtinê de li ser pirsa pêwendiyên navbera Tirkiye û Rusya û taybetî li ser pirsa Suriye hate sekinandin.Erdogan ji Putin daxwaz kir ku li Suriye xwîna tê rijandin bila bisekine û got ew şerê em li himber DAÎŞê dikin li himber hemû rêxistinên terorisît bikin. Armanca Erdogan YPG bû.Herweha tê ragihandin ku Erdogan ji Putin xwestiye ku çalakiyên PYDê li Rusya bide sekinandin.Putin jî di derbarê hevdîtinê de, da xûyakirin ku, di hemû warî de di ware leşkerî û istixbaratî de jî diyalogek gelek baş hatiye pêkanin , rasti em ne hêviya vê yekê bûn. Lê ev bûyerek gelek başe û em pê keyfxweş bûn. Ji bo em pêwendiyên xwe bînin radeya pêwist emê hemû hewlê bidin. Em ji vê rewşê memnunin.Dema Erdogan serdana moskova kirî 8 wezîr û serokê dezgehê istixbarata Tirkiye(MIT) Hakan Fidan jî li gel bûn.Têkçûna pêwendiyên Tirkiye û Rusya zererek mezin dabû Tirkiye. Taybetî di alê hatina Turistên Rusya ya Tirkiye  gelek zerer dabû turizma vî welatî.Lê niha biryar hate dayin ku cardin hemû rê li ber çuyin hatina turista bê vekirin û di derbarê bazirganiyê de tedbirên nu hatin girtin.Bê guman pêwendiyên Tirkiye û Rusya bandora xwe li hinek bûyerên herêmî dike û taybetî li Suriye û Iraqê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button