Hak-Par di referandumê de dibêje: Na
Serokê Partiya Maf û Azadiya HAK-PAR, Refik Karakoç helwesta partiya xwe di referandumê de eşkere kir.Di hevpeyvînekî li gel Tora Medya Rudawê Refik Karakoç da xûyakirin ku partiya wan di referandumê de bêjin NA.Karakoç dibêje: Destura nû mafên gelê kurd û gelên din nasnake û nayêxe di bin demana destûrê de.Serokê HAK-PARê dibêje: Ji bo me kurda tişta herî girîng heyîna demokrasiyê ye.Ji bo me sistemek demokratik girnge. Sistema parlementeriyê yan ya serokatiyê ne girînge.Em dixwazin herdu system jî demokratik bin.Pirsekî de hate gotin ku, HDP, CHP û Partiya Niştimanî di eniya NA de cih digrin , ev yek we aciz nake?Karakoç bersiva xwe de dibêje: Na tu aciziya me tuneye. Sedemên ku ew dibêjin Na û sedemên em dibêjin Na ji hev cûdane. Em dibêjin her 4 madeyên ewil yên ku heyina kurda inkar dikin bila rabin. Lê ew vê nabêjin.