Civîna Almaniya û Kurdistanê serkfetî bû
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.02.2017ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Gerd Muler wezîrê hevahengî aborî û geşepêdanê û Klawdiya Ros seroka Partiya Kesk ku, cîgira serokê parlaentoya Almaniyayê ye jî, kir, şandeya mêvan ew hevahengiya navbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê di operasyona azadkirina Mûsilê de heye bilind nirxand û tekîd li ser berdewamiya alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê kir.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê amade bûn, şandeya Almaniyayê rola xelk, hikûmeta û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand ku, tevî hebûna kirîz û rewşeke dijwar, Herêma Kurdistanê kariye rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin yên weke; êrîşên terorîstan, kirîza êkonomî û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan, bibe.Muler berheviya welatên xwe ji bona avadankirina deverên ji bin destê terorîstan hatine azadkirin nîşan da û daku koçber bikaribin vegerin ser war û milkê xwe, bi taybetî koçberên êzidî, û di vê çarçoveyê de tekîd kir ku pêwîste hevahengî digel herêma Kurdistan û Îraqa Federal hebe û giringe civaka navdewletî jî di vî warî de zîdetir alîkariya hikûmeta Herêma Kuridstanê bike. Wî diyar kir ku konferensa hevakriyên mirovî îsal dê li Fuks bê saz kirin û dê rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de bê nirxandin û divê her ji niha hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe ji bo wê konferensê amade bike.Klawdiya Ros cîgira serokê parlamentoya Almaniyayê, di axavtina xwe de got ku, tevî hemû pirsgirêk û kirîzan, hikûmeta Herêma Kurdistanê bê cudahî hevkariya hemû alî û pêkhateyan kiriye.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, sipasiya hevkariya leşkerî û mirovê yên Almaniya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û got ku di oprasyona azadkirina Mûsilê de hevahengiyeke baş di navbera arteşa Îraqa Federal û Pêşmergeyê Kurdistanê de çê bûye, lê di warên din de pirsgirêk weke xwe mane û Îraqê tu alîkariyên însanî pêşkeş nekirine. Hijmareke leşkerên arteşa Îraqê yên birînda li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên îlac kirin.Serowkezîr sipasiya wezîrê hevahengî aborî û geşepêdana Almaniyayê kir ku li konferensa hevkariyên mirovî li Londonê behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ew yek jî bo sedemek ku rewşa Herêma Kurdistanê bi berfirhî di wê konferensê de bê behis kirin û hêvî xwest ku li nawendên navdewletî bi heman awayî piştevaniya hêvî û daxwazên xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.