Azadiya Evîniyê
Roja Evîndaran rayên xwe dighîne kûrahiya dîrokê. Di bingehê dîroka vê rojê ji dêra katolokî tê. Li gora di dîrokê de hatiye nivîsandin. Keşeyek bi nave Valentin(Valentinus) cohtek evîndarên mesîhî li hev mehr kirine. Lê gora destûra Romê ev yek qedexe bû. Tawanek mezin bû. Ji bo Valentinus du rê hebûn, yan ji dev baweriya xwe ya evîndariyê berdê yan jî di ber vê baweriya xwe de jiyana xwe bike qurban. Valentinus jiyana xwe kir qurban û roja 14 meha Sibatê stuyê wî hat jêkirin. Sal 269-ê piştê zayênê bû.
Gelek rivayet li ser vê rojê hene. Ev roj li her welatekî bi navek cuda li gora ziman û jiyana civakî ya wî welatî girtiye. Navê vê rojê bi navê keşeyê katolîk hatiye naskirin û navê rastî Valentin e.
Dawiya salên 300 û destpêka salên 400 ev roj li Firansa û Ingiltere wek roja hijêkirina hatiya pîroz kirin û salên pêş ve aliyek xwe yê romatik daye pêş û bûye wek roja hijêkirina keç û lavan û herweha bûya roja evîndara. Îro ev roj 14-ê meha Sibatê wek Roja Evîndara tê pîroz kirin.
Evîn bi xwe gotinek gelek bi wateye. Evînî dermanê hemi nexweşî û xirabiyan e. Di vê rojê de mirov dikare evîniya dilê xwe ji bo her tiştekî bide nîşandan. Di bingehî xwe de di vê rojê de bayê evînê bête belav kirin û wateya evînê berfireh bite nirxandin, dikare bibe sedema astenga gelek xirabiyên civatî. Hê jî di civat me de gelek mixabin keç ji bo evîna xwe têne kuştin. Hêjî kîn, eks, nefret piraniya civakê de serdestiya evîniyê dike.
Kêmasî di vê rojê de mirov bi çave evîniyê li her tiştekî binêre, tişt cuda têne xuyakirin.Bila ev roj li hemi cureyên evîniyê pîroz be.
Evîniyê cihek xwe gelek taybet di nav civaka kurd de heye. Wek nasnama kurdan , zimanê wan, welatê wan , çanda wan, stranên wan heta heyîna wan qedexe bû. Lê ya ji hemiyê jî giringtir evîniya wan jî qedexe bû. Azadiya Evînê ji bo miletek bindest dibe mizgîniya azadiya welat û civakê jî.
Bi helbestek ya Melayê Cizîrî wek roja hemû evîndaran pîroz dikin.