Civak

Endamê PDK-S hate qetil kirin

Izzet Mihemed Xelil ji herêma Efrinêye û temenê 65 saliye. Izzet roja 19.12. 2016ê ji aliyê çekdarên PYDê ve bi mebesta leşkeriya icbarî tê girtin. Piştî girtina wî, ew li gundê Til Ecar di çadira xwe hatiye şewitandin û jiyana xwe ji dest daye. Izzet tevlî çadira ku lê dijiya şewitandin û ew qetil kirin.Izzet Mihemd endamê Partiya Demokrata Kurdistana Suriye bû. Di vê derbarê de PDK-S daxûyaniyek belav kir û da xuyakirin ev yek berpirsiyariya YPG ê ye. PDK-S dibêje gelo zilamek temênê 65 salî bi çi berpirsiyariyê ji bo leşkeriya icbarî tê girtin. Divê YPG vê yekê eşkere bike.PDK-S dibêje ji qetil kirina Izzet YPG berpirsiyare. Herweha ji hukumeta herêma Kurdistanê û ji nawenda mafê mirova ji bo demokrasiyê daxwazî tê kirin ku,ji bo zelalkirina vê bûyerê  presekî li îdara rojava bikin.

Back to top button