Rusya û Tirkiye civiyan
Wezîrê derve yê Rusya Sergeh Lavrov û wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, li Antalya hatin ba hev û li ser rojeva Suriye û pêwendiyên Tirkiye û Rusya civinek pêkanîn.Civîn ji bo medyayê girtî bû. Piştî civînê Çavuşoglu da kifşkirin ku; eger li gel hev kar bikin dê gelek pirsgêrêk bêne çareserkirin.Çavuşoglu got ku, çareseriya herî serast ya siyasîye. Di derbara yekitiya axa Suriyê em û Rusya wek hev difikirin.Lavrov jî da xuyakirin ku; divê arîkariya mirovatî ji bo Suriye berdewam be.Lavrov got ku, pirsgirêkên li Kafkasya heyîn jî bû mijara civînê û pêvajoya normalize kirinê berdewam dike.Bersiva pirsekî de Lavrov got: Dibê ku di derbarî rejima Suriye de fikrên me yên cuda hebin. Lê çavê me di axa Siriye de tuneye. Em dixwazin çareseriyek siyasî ji bo Suriye pêkwerê û ji bo vê jî kar dikin.