Piştî girtina herdu hevserok û 7 parlementerên HDPê eve du rojbûn gruba HDP ya parlementoyê û Meclisa Partiyê li Diyarbekir di civînêdebûn.Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro biryara civinê ji bo Raya Giştî ragihand.Bilgen got: Civîna meclis û gruba partiyê de me dit ku êrîşa herê tari di diroka siyaseta demokratik li himber me pêktê. Ji bo vê yekê me biryar da em niha xebata xwe ya di parlementoyê de rawestînin û berê xwe bidin gel. Emê bajar bajar, navçe navçe bigerin û guh bidin pişniyar û giliyên gelê xwe.Emê li gel dezgehên sivil û aliyên din yên civakê hevdîtina bikin û guh bidin pêşniyarên wan.Pêşniyarên ku bêne emê hemûyê binirxînin û daxuyanuyekî ji bo gelê xwe ragihînin.Herweha Bilgen got em di kombûnên parlementoyê de jî amade nabin.
Pêş
29/10/2026
Rêber Ehmed: Em bi awayekî çalak beşdarî Komiteya Bilind a Kontrolkirina Çekan a li Iraqê dibin
29/10/2026
PWK ji bo çi beşdarî civîna Diyarbekirê ya Partîya DEMê nebû?
Balkêş e ?
Close
-
Çinîna birinca Qerecdaxê dest pê kir..28/10/2026


