Pêşmergeyekî Rojhilatê Kurdistanê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.Di daxuyaniyekê de PDKÎ ragehand ku, Pêşmergeyê partiya wan bi navê Resûl Mihemed Zade di sengerên Pêşmerge de li Herêma Kurdistanê û di dema ku alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê dikir jibo pûçkirina mîn û teqemeniyên ku çekdarên DAIŞê li pey xwe dihêlin, şehîd bû.Di daxuyaniyê de hatiye: “Bi destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê û bi mebesta alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê, tîmekî Pêşmergeyên PDKÎ ku şareza ye di warê bûçkirina mîn û bombeyan berê xwe da navçeya Mûsilê, ev heyma çend rojan e ew tîm mijûlî karê xwe ye û navçeyên azadkirî ji mînan paqij dikin.”Di beşekî din ji daxuyaniyê hatiye: “Mixabin di dema ku wê tîmê erkê xwe bicih dikir, îro 26 Cotmehê yek ji endamên wê tîmê bi navê Resûl Mihemed Zade ku berpirsê fêrgeha komisyona perwerdeya partiyê bû di dema ku mînek pûç dikir, mîn pê de teqiya û şehîd bû.”
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
03/06/2026
Trum Tê Tirkiye
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


