Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag li ser kuştina Serokê AKPê yê navçeya Pîranê ya Amedê Deryan Aktert daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ‘Cînayetên siyasî bi aweyekî tund şermezar dikin’ û ji bo êrîşkaran jî diyar kirin ku nikarin bi ti awayî ji bo hedefgirtina rêveberên AKPê sedemên rewa pêş bixin. Di daxuyaniya Demirtaş û Yuksekdag de tê destnîşankirin ku, bûna rêveberê partiyeke siyasî nabe sedema sûcdarî û hedefgirtina ti mirovan. Hevserokan di dawiya daxuyaniyê de dibêjin ku ew qetilkirina Deryan Aktert û siyasiyên beriya wî şermezar dikin û ji malbat û xizmên wî re sersaxiyê dixwazin.Têzanin ku HPGê kuştina du berpirsên AKPê girt ser milê xwe. Gelo şarmezarkirina hevserokên HDPê ya kuştina du berpirsên AKPê li herêmê, çewe tê nirxandin. Bê guman şermezarkirina vê bûyerê ji aliyê HDPÊ ve girîng e. Nabe tu cara endamên partiyek sivil ji bo ku siyasetê dikin bêne teroro kirin.HDPê dema bûyerek ne rast şermezar dike, pêwiste kesên bûyer pêkanin jî bêne navkirin.
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close