Polîtîk

Jiyana wan di xeterê de ye

Rewşa tendrustî ya dû serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyê(PDKS) di zîndanên PYD de ku eve nêzîkî dû mehane girtî ne xrab bûye , û ji bo nexweşxaneyeke Qamişlo hatine veguhistin.Çavkanyekî ji PDKS li Qamişlo ji ARKê re ragehand ku, şeva bûrî endamê komîta navendî ya partiya wan Ebidulkerîm Hacî ji bo nexweşxaneya Emel ya wî bajarî hatiye veguhistin û rewşa wî ya tendrustî xirabûye.Wê çavkaniya ARKê ku nexwest navî wî were ragehandin herweha got beriya sê rojan jî berpirsê rêveber yê polîtbîroya PDKS Mihemed Ismaîl ji ber xirabiya rewşa wî ya tendrustî ji bo nexweşxaneya Emel ya bajarê Qamişlo hatibû veguhistin.Her li gorî çavkaniya ARKê ku heta niha nehatiye zanîn ku nexweşiya Ebid ulkerîm Hacî çêye, û heta niha di nexweşxaneyê deye yan jî bo zîndanê hatiye vegerandin.Lê diyarkir ku Mihemed Ismaîl berpirsê Rêvebirê polîtbîroya partiya PDKS di zîndanên PYDê de rastî nexweşiya gurçikan hatiye û jiber wê yekê jî jbo nexweşxaneyê hatbû veguhistin.Ji aliyekî din ve Endamekî malbata Ebidulkerîm Hacî endamê komîta navendî  ya PDKS ji ARKê re ragehand ku beriya heftiyekî jî navburî ji zîndanên PYD ji bo nexweşxaneya Rehmê hatIbû vegushtin û ragehandin ku Partiya Yekîtya Demokratîk PYD di ber saxî û selametiya Ebidulkerîm Hacî de berbrisn.Di roja 15. 8. 2016 û di dema pêşwaziya cenazeya şehîdê pêşmergeyê roj Hebîb Qedrî ku li Herêma kurdistanê di şerê li djî da’şê de şehîd ketbû çekdarên peyedê herdû endamên serkirdayetya PDKS li gel Neset Zaza endamê mektba siyasî Naifbid Alle endamê komîta navendî yên PDKS li gel dehan ji endam û serkird û alîgrên ENKSê girtbûn û heta niha çarenvîsa wan nediyare.
Back to top button