Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesîça(Heseki) di navbera YPGê û hêzên rejima Suriye de şer derket. Di encama şer de, balefirên Suriye bajarê Hesîçe bombebaran kirin.Li ser vê yekê Amerika hinek balefirên xwe rêkirin herêmê. Li gora daxuyaniya berpirsên pentagon, wan ji bo pişgiriya kurda balefirên xwe rêkirin devera Hesîça. Lê piştre ev daxuyaniya Amerika hate guhertin û gotin: Me ji bo parastina hêzên xwe yên Taybet ku li deverê dimînin balefirên xwe rakirin û rêkirindeverê.Tê zanin ku li Hesîça leşkerên Amerîkî hebûn. Lê piştî bûyerê Amerika leşkerên xwe ji herêmê kişandin.Piştî bombeyên balefirên Suriye, gelek xelkê bajêr ji bajêr derketin. Bi awayek din Hesîça jî vale dibe.Rejima Suriye daxuyaniyek da û dibêje: Sedema vî şerî helwesta endamên YPGê ye. Wan petrol û pembo didizîn, tedarî li xelkê me dikiran û avahiyên hukumî dikiran armanca hinek êrîşan. YPGê dixwest bajar bêxe di bin kontrola xwe de.Rejimê sedema şerê xwe û YPG bi vî awayî da xûyakirin. Lê ya balkêş ew bû ku, berpirsê rejimê got: Karê YPGê ewe ku li dijê DAÎŞê şer bike.Girêdanên di navbera rejima Suriye û YPGê de baş tê zanin. Tu cara YPGê li dijê rejimê muxalefet nekiriye û her kar û xebata xwe bi agahdariya rejimê pêkanîye.Heta niha jî di herêmên di bin kontrola YPGê de karmendên dewletê hene û ew jî maaşên xwe ji dewletê digirin.Piştî Amerîkiya şerê li dijê DAÎşê de pişgiriya YPGê kir, rewş hindik bêjî hate guhertin. YPG li dijê DAÎŞê li herêmên ji derê Kurdistana Rojava jî şer kir.Lê niha YPG wek hêzek muxalefetê şerê rejimê jî bike , gelek tişt têne guhertin. Lê dixweyê ev şerê Suriye ji bo YPG wek inzarek ya rejimê ji bo YPGê ye.Eger PYD li siyaseta xwe ya Suriye biguherê û berê xwe bide rejimê, dê ev yek bandora xwe li pêwendiyên PKK ê û PYDê jî bike.Piştî bûyera Hesîça ENKSê daxuyaniyek ragihand û got bila Pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibin û pişgirya YPGê di şerê rejimê de bikin.Herweha PDKS jî di şerê Hesîça de ji bo pişgiriyê helwesta xwe da xûyakirin.Lê deng ji YPGê derneket.Piştî vê bûyerê yan PYD ê li peymana Hewlêr vegere yan jî dê siyaseta xwe ya cara berdewam bike û ev yekjê dê ne berjewendiya Kurdan de be.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close