Rusya dixwaze li Încirlîk cih bibe
Li gora nûçeyeka Times Rusya ji bo bikaribê firokxaneya herî mezin a leşkerî Incîrlikê bi kar bîne daxwazê ji Tirkiye dike.Rojname li gora daxuyaniyên endamê Komita Derve yê Rusya Morozov vê îdiayê dike. Mozorov daxuyaniyekî dide rojnama Izvestia û dibêje:Tirkiye cih bide ku balefirên cengî yên Rusya li Încirlik cih bibin vê derê bi kar bînin evê gavek gelek baş be ji bo pêşdebirina pêwendiyên nû ku Erdogan û Putin destpêkirîn.Herweha Morozov dibêje: Hêzên ezmanî yên Rusya bikaribin ji Încirlikê rabin û şerê DAÎŞê bikin wê pirsên heyî zûtirîn dem de çareser bibin.Eve demeke Rusya ji Îranê jî balefirên xwe yên cengî radike û li Suriye DAÎŞê bombebaran dike.Ji aliyek din rojname dide xuyakirin ku, eger ev yek bibe ji pêvajoya şerê sar hirve , dibe cara yekem ku pêwendiyên Tirkiye û NATO bi vî awayî sar dibin.Wek din rojname dide xuyakirin ku, piştî hewldana darbeya leşkerî li Tirkiye Amerika pişgiriya pêwîst neda Tirkiye û Gulen jî teslîmê Tirkiye nekiriye. Evê pêwendiyên Tirkiye û Amerîka jî aloz kiriye.