Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Xesan Zewawî Balyozê Kuwêtê li Îraqê û şandeka dîplomasiya pê re kir.Balyozê Kuwêtê xuya kir jibo xatir xwastinê û dawî hatin bi erkê wî wek Balyozê Kuwêtê li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û spasiya piştîvaniyên Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir jibo ser xistina karên balyozxane û konsulxane ya welatê xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê.Her wiha pêdagirî li ser pitir bihêzkirna têlkilyên du alî navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê kir û amaje bi vê yekê da ku konsulxaneya wan li Hewlêrê dikare jibo vê pirsê digel dezgehên Herêma Kurdistanê rola xwe bilîze.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê kir û hêviya serketinê jibo karê nû yê wî xwest û daxwaz jê kir li ser hewlên xwe jibo pitir bihêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê li hemû waran berdewam be. Amadeyî ya hikûmetê jî jibo her cure hêsankariyekê nîşanda.Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê, Kurdistan û Îraqê û şerê dijî terorê û hin babetên têkildar kirin.
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
Balkêş e ?
Close