Karên bi vî rengî yên ku dişibe karên rejîma BAASê
Di derbarê girtin û ji derêxistina serokê ENKS û sekreterê Oartiya Yekiyê li Kurdistana Suriye Brahim Biro , PSK daxuyaniyek belav kir. Daxûyaniya PSKê:Bi gor nuçeyên medyayên kurdî, Serokê Encûmena Nişiîmanî ya Kurd li Sûriyê-ENKS, Îbrahîm Biro,ku duhî ji aliyê Aşayişa Qamişlo va hatibûn girtinê, îro jî ji Kurdistana Rojava hatiye derxistin.Eva cara yêkan nine, ku Aşayişa Kurdistana Rojava, ku girêdayiya PYD ye, karên usa dikin. Asayişa hanê gelek caran êriş kiriye ser avahiya partiyên welatparêzan û pêşiya çalakiyên wan girtiye. Gelek welatparêzên Kurdistana Rojava ji aliyê Asayişa PYD ve hatine girtin û dersinor kirinê, ku Serokê ENSK Îbrahamî Biro yek ji wan e.Karên bi vî rengî yên ku dişibe karên rejîma BAASê, xizmeta doza Kurdistanê nake û nayê qebul kirinê.Em teda û fişara hêzên asayişa Kurdistana Rojava li ser hêzên welatparêz mehkum dikin û carekî dinê ji PYD daxwaz dikin, ku dev jê karên usa û siyaseta xwe sepandinê berde û pêşiya kar û xebata hêzên siyasiyên welatparêz nagire. Ji ber ku herwekî tecrubeya rejimên dagirker nişan didin, siyaseta vî rengî nikare heta hetayî berdewam be.14 Tebax 2016Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK