Heta niha 81.494 kes ji dezgehên dewletê hatine derêxistin
Serowezîrê Tirkiye li qesra Çankaya li gel berpirs û nûnêrên medya Tirkî civînek li darxist. Serokwezîr Binali Yildirim di vê civînêde bahsa rewşa dawî ya operasyonên li himber cemaeta Gulen kir. Yildirim li ser hinek pirsa behsa rewşa Suriye û siyaseta Tirkiye jî kir.Di derbarê cih girtina cemaeta Gulen di nava hêzên leşkeriyê de Yildirim got: Di liseyên leşkerî û akademiyan de ji % 95 û herweha di nava efserên di bin generalan de jî, ji % 60 hevalbendên van terorîstan e.Yildirim got ku, 15ê Temuzê ji bo me milade kî nûye.Binali Yildirim got: Gelek zehmete ku iro endamên rêxistinê û hevalbendên wan û yên ku bê hemdê xwe ketîn di nava wan de ji hev cuda bike. Em hewldidin ku gelek çewtiyan nekin. Tura wan ya pêwendiya heye. Ev rêxistinek ji zêdeyî 50 hezar kes di nav de ye. Agahdariyên di destê me de bi sinorin. Heta niha 81.494 kes ji dezgehên dewletê hatine dûr xistin.Wek tê zanin Tirkiye îdia dike ku, Amerîkî ji vê hewldanê agahdarin. Gulen li Amerîka dijî. Niha Tirkiye bi awayek fermi Fetullah Gulen ji Amerîka dixwaze. Di vê derbarê de Yildirim got: Helwesta Amerika niha ji 15ê Tebaxê baştire. Biden cîgirê serokê Amerîka dê serdana Tirkiye bike.Li ser pirsekî di derbarê Suriye de jî Yildirim dibêje: Heta 6 mehan gelek tişt li Suriye tên guhertin.