Cîhan
Obama DAÎŞ avakir
Donald Trump berendamê partiya Komarî yê serokê Amerîka dibêje ku, serokê Amerika Obama rêxistina DAÎŞê damezirandiye. Trump li eyaleta Florida xwepêşandanekî de axivî û behsa siyaseta derve ya serokê Amerika Barack Obama kir û berendamê partiya Demokrata Hllary Clinton jî bitundî rexne kir. Trump got ku, Obama rêxistina DAÎŞê damezirandiye û Hllary Clinton jî alîkariya vê yekê kiriye.Trump di vê derbarê de got;Damezrênerê DAIŞê ew e. Obama DAIŞ ava kir. Mixabin Hillary Clinton a şikestî jî bû alîkarê wî.