Li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Chên Wêtchîng Balyozê Çîn li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Tan Banglîn Konsolê welatê Çîn li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Çîn li Bexda pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Balyozê welatê Çîn pesnê aramiya Herêma Kurdistanê kir beramber li gel beşên dinê Iraqê û destxweşiyê li pêkvejiyan û bîhnfirehî û wan destkeft û pêşveçûnan kir ku bi serkirdayetiya Serok Barzanî pêkhatiye û ji bilî wê balkişand li ser qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan û pesnê hewlên Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstan kir. Balyozê Çîn eve jî xisterû ku pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girîngiyeke zêde heye û amadehiya Çînê ya ji bo kûrtirkirina peywendiyên dostane û yarmetîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê li kertên cûda cûda de nîşanda. Destxweşiyê jî li çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand welatê wan dikarê li warê çaksazî û meşq û rahênana kargêriyê de yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide. Li beşekî dinê axaftina xwe de behsa pêşveçûna aborî û ewlewiyeta siyaseta Çînê ya li asta navdewletî de kir û daxwaz jî kir dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê paşarojê û pêşhatên dawî ya Iraq û şerê Da’îş de bizane.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Balyozê welatê Çînê kir û xweşhaliya xwe jî ji bo pêşketin û kûrtirbûna peywendî û dostayetiya di navbera her dû aliyan de nîşanda û li gotarek de behsa dîroka dewleta Iraqê û wan êşan kir ku gelê Kurdistanê ji destên Hikûmetên Iraqê da kişandiye û ragihand ku bi navê Iraqê da gelê Kurdistanê hemû tam û çeşnên qurbaniyekî daye lê belê beşa gelê Kurdistanê jenosayd û binpêkirina mafên wê bûye.Di derbarê azadkirina Musil û şerê Da’îş jî Serok Barzanî behsa wan bacên mirovî û qurbanîdanan kir ku gelê Kurdistanê li şerê terorê da daye û tekez li wê yekê kir ku bi hukmê taybetmendiya demografî parêzgeha Nînowa eger berî azadkirina Musilê rêkkeftinekî siyasî li ser çawayiya birêvebirina parêzgehê neyê bestin û jiyan û paşaroja pêkhatan neyê mîsoger kirin divê çaverêya rûdanên kêşe û giriftên kûrtir bibîn.Her li vê civînê de di derbarê çawayiya berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêş
03/07/2025
Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin
03/07/2025
Karasu: Di nava dewletê de aliyek heye ku dixwaze pêvajoyê têk bide
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!02/07/2025